KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Rûsyayê tûrnûvaya futbolê diyarî şehîdên Pirsûsê hat kirin
Di 25 û 26 Tîrmeha 2015'an de li stadyûma "Lokomotîv" a bajarê Tambovê tûrnûvayeke futbolê pêk hat. Tûrnûvaya ku heft tîmên ji herêmên cuda yên Rûsyayê beşdar bûn, diyarî şehîdên Pirsûsê hat kirin. -
Gel li hember amadekariya operasyonê ket rê
Ji ber leşkerên li Çelê hin rêyên gundan li çûnûhatinê girtin û amadekariyên operasyonê dikin, gelek kesên di nav wan de rêveberên HDP û DBP’ê jî hene bi armanca rawestandina operasyonê ji bo bibin mertalên zindî ji navenda navçeyê derketin rê. -
Nasnameya 4 şervanan hate aşkerakirin
Navenda Çapemeniya YPG’ê nasnameya 4 şervanên YPG’ê yên di berxwedanê başûrê Kobanê de jiyana xwe ji dest dane aşkera kir. -
Nasnameya ciwanê li Nisêbîne hat qetilkirin diyar bû - HAT NÛKIRIN
Hate ragihandin ku navê ciwanê duh şev di gulebarana polîsan de jiyana xwe ji dest daye Seyîthan Dede ye. -
Li Hesekê şerê dijwar
Hêzên YPG/YPJ’ê yên derbên giran li çeteyên DAIŞ’ê didin li Hesekê pêşde diçin. -
Li Dêrsimê ji ber gulereşandina leşkeran şewat derket
Ji ber gulereşandina ji 4. Fermandariya Tûgayê ya li navenda Dêrsimê, li qada daristanî şewat derket. Gundên Kig û Gurê Spî bi xeteriya şewatê re rû bi rû ne. -
Sirîn ji çeteyan hat paqijkirin
Şervanên YPG/YPJ'ê bajarokê Sirînê bi temamî ji çeteyan paqij kirin û xistin bin kontrola xwe. -
Sozdar Avesta: Siyaseta AKP û Erdogan wê tine bibe
Endama Konseya Serokatiyê ya KCK'ê Avesta diyar kir ku şer pêngava dawî ya AKP'ê ye û destnîşan kir ku siyaseta AKP'ê û Erdogan wê tine bibe. Avesta bang li her kesî kir ku mafê xwe parastinê bi kar bîne û hesap ji hêzên faşîst bipirsin. -
Kurdistaniyên Dergaçî êrîşên li ser Qendîlê şermazar kirin
Kurdistaniyên li navçeya Dergaçî ya bajarê Rûsya Saratove, bi daxuyaniyekê bomberdûmana Herêmên Parastinê yên Medyayê û komkujiya li Pirsûsê şermezar kriin. -
Şewata ji ber bomberdûmanê derket dewam dike
Li Herêmên Parastinê yên Medyayê, şewata ji ber bomberdûmana hêzên artêşa Tirk derket, dewam dike. -
Şervanên YPG/YPJ'ê ketin Sirînê, şer giran e
Di navbera şervanên YPG/YPJ'ê û çeteyên DAIŞ'ê de li bajarokê Sirînê şerekî dijwar diqewime. -
'AKP'ê bi pratîka darbeyê re şer li hemberî gel îlan kiriye'
Encamnameya civîna Hevserokên Yekîtiya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk aşkera bû. Di encamnameyê de hat ragihandin ku AKP'ê li hemberî gel şer îlan kiriye û hat destnîşankirin ku divê têkoşîn û piştevanî were xurtkirin. -
Ciwanan li Dêrsimê çalakî lidar xistin
Êrîşên li hemberî qadên gerîla, duh bi şev li Dêrsimê hatin protestokirin. Ji ber êrîşa polîsan pevçûn derket. -
Şewata li Liceyê dîsa destpê kir
Şewata li Liceyê ku pêr êvarê ji ber topbarana leşkerên Tirk destpê kir û ji aliyê gel ve duh hat vemriandin, duh danê sibehê li derdora Gundikê pavna careke din destpê kir. -
Polîsên Tirk li Nisêbînê jî ciwanek qetil kirin
Li Nisêbînê di êrîşa polîsan a li hemberî çalakiyên protestoyî de kesekî jiyana xwe ji dest da. -
Êrîşên dewleta Tirk li Duhokê hatin protestokirin
Êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê li Başûrê Kurdistanê tê protestokirin. -
Polîsan li Cizîrê zarokek bi giranî birîndar kirin!
Li Şirnexê, girseya gel a êrîşên li dijî gerîla û operasyonên qirkirina siyasî protesto dikir, rastî êrîşa polîsan hat. Di vê êrîşa polîsan de zarokek bi giranî birîndar bû. Gel jî li hemberî êrîşên polîsan li ber xwe da. -
Li Qamişlo teqîn
Li Qamişlo, ji ber 2 teqînan 7 kes birîndar bûn. -
PDK dixwaze gundên li herêmên gerîla vala bike
Hat ragihandin, hêzên asayîşê yên PDK'ê, piştî êrîşên hewayî yên artêşa Tirk ên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê, bi rêya telefonê li gundiyên Heftanînê geriyan û ji gel xwestin gundan vala bikin. -
Li Qendîlê tevgera hewayî destpê kir
Li ser herêma Qendîlê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, tevgera hewayî ya balafirên şer ên Tirk destpê kir. -
Xakurkê tê bombekirin
Tevgera balafirên şer û keşfê yên dewleta Tirk li ser Xakurkê û Xinerê dewam dike. Balafirên şer ên Tirk herêma Xakurkê bombe dikin. -
Li hember Midûriyeta Polîsan a Erdîşê çalakî
Li navçeya Erdîş a Wanê li hember Midûriyeta Polîsan a di avahiya Qeymeqamtiyê de bi çekên lule dirêj çalakî pêk hat. -
Di şewatê de 12 xanî şewitîn
Li gundê Bavodîn ê girêdayî navçeya Farqîn a Amedê şewata derket li du gundên cîran belav bû 12 xanî şewitîn. -
YPG: Tirkiye çeperên YPG û Artêşa Azad bombebaran dike
Navenda Çapemeniya YPG'ê diyar kir artêşa Tirk 24'ê Tîrmehê saet 04:30'î li gundê Zormîxarê yê li rojavayê Kobanê, çeperên YPG û Artêşa Azad bi tanqan bombebaran kiriye. -
Li Tetwanê li hember Midûriyeta Kontrola Trafîkê çalakî
Li Tetwanê li nêzî Midûriyeta Kontrola Trafîkê ya Herêmê teqîneke mezin pêk hat.