Sozdar Avesta: Siyaseta AKP û Erdogan wê tine bibe

Endama Konseya Serokatiyê ya KCK'ê Avesta diyar kir ku şer pêngava dawî ya AKP'ê ye û destnîşan kir ku siyaseta AKP'ê û Erdogan wê tine bibe. Avesta bang li her kesî kir ku mafê xwe parastinê bi kar bîne û hesap ji hêzên faşîst bipirsin.

Endama Konseya Serokatiyê ya KCK'ê Sozdar Avesta diyar kir ku şer pêngava dawî ya AKP'ê ye û destnîşan kir ku siyaseta AKP'ê û Erdogan wê tine bibe. Avesta bang li her kesî kir ku mafê xwe parastinê bi kar bîne û hesap ji hêzên faşîst bipirsin.

Endama Konseya Serokatiyê ya KCK'ê Sozdar Avesta der barê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê de ji ajansa me re axivî.

Avesta di destpêka axaftina xwe de bibîr xist ku tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Ocalan ketiye sala pêncan û dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê ya xwedî zîhniyeta faşîst bi tundî şermezar kir.

Avesta diyar kir ku dewleta Tirk ti carî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi Ocalan re diyalog nekiriye, berevajî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Îmraliyê dîl girtî ye û xwestiye bi vî rengî tevgera wan û gelê Kurd teslîm bigire. Avesta got, "Bi vî rengî xwestin Tevgera Azadiyê û gelê Kurdistanê hînî jiyana bi îşkenceyê re bikin. Lê belê ne tevgera azadiyê, ne gelê Kurdistanê, ne eniya demokrasiyê û ne jî gelan xwe hînî vê sîstemê nekirin û wê ti carî hînî vê nebin."

Avesta anî ziman ku ev şêweyê komployê jî wê bi ser nekeve û got, "Tevgera me herî dawî dest bi pêngava azadiya Rêberê me kir. Êdî armanca me ne başkirina rewşa sîstema li Îramiyê ye, armanca me hilweşandina vê sîstemê û azadkirina Rêber Apo ye. Ji bo vê jî tevgera me dest bi pêngaveke nû kiriye. Ev pêngav wê di serî de ji bo Rêber Apo ji bo gelê Kurd, hemû gelên bindest û alîgirên demokrasiyê azadiyê bîne."

KONSEPTA ŞERÊ TAYBET

Endama Konseya Serokatiyê ya KCK'ê Sozdar Avesta di dewama axaftina xwe de bal kişand ser operasyonên qirkirina siyasî ku di vê demê careke din rû dane û ev nirxandin kir: "Bi vê operasyonê re li Rojhilata Navîn pêvajoeyke nû destpê kiriye. Ev pêvajo ji aliyê daîreya şerê taybet û konsepta şerê a gladyoyê ve hat destpêkirin. Dewleta Tirk bi operasyonên qirkirina siyasî re dest bi operasyonên leşkerî jî kir û li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên hewayî pêk anî. Di van operasyonan de gelê herêmê zerar dît û birîndar bû. Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG'ê hevrêyê me Şervan Varto şehîd ket. Ev pêvajoya nû nîşan dide ku êrîşên giştî yên şerekî destpê kirine. Ev êrîş nîşan dide ku Erdogan û Davûtoglû di dijminatiyê de sînoran nas nakin."

'TEKOŞÎNA GELAN WÊ AKP'Ê Û ERDOGAN TÊK BIBE'

Avesta da xuyakirin ku girîng e her kes vê pêvajoya zirav û hesas baş binirxînin û anî ziman ku ev yek pêngava dawî ya dewleta AKP'ê ye.

Avesta diyar kir ku bi têkoşîna gelan re wê siyaseta AKP û Erdogan were qelskirin û tinekirin û got, "Yê ku di vê têkoşînê de bi ser bikeve, gelên vê têkoşînê dimeşîne ye. Ji ber vê yekê divê her kes Pêngava Azadiya Rêbertî esas bigire. Ji bilî azadiya ji bo Rêbertî û gelan tiştek esas neyê girtin. Hemû têkoşîn li ser van esasan bê meşandin. Di demeke bi vî rengî de, bi sekin, nêrîn û îdeolojiya Rêber Apo re, divê felsefeya neteweya demokratîk û felsefeya modernîteya demokratîk esas were girtin.

BANGA LI CIWANAN

Endama Konseya Serokatiyê ya KCK'ê Sozdar Avesta ev bang li ciwanan kir: "Li her qada hûn lê ne, pêşengiyê ji vê têkoşînê re bikin, mafê xwe parastinê bi kar bînin û hesap ji hêzên faşîst bipirsin. Êdî em ketine nava pêvajoyeke nû. Ev pêvajo kurt nîne, pêvajoyeke têkoşînê ya demdirêj e. Ji ber vê yekê êrîş mezin in, divê têkoşîn û berxwedana li hemberî vê jî mezin be."

Avesta anî ziman ku êrîş ji her alî ve tên kirin, ji aliyê leşkerî, siyasî, çandî, aborî, dîplomatîk êrîş tên kirin û got, "Ev yek li ser me ferz dike ku em têkoşînê li her qadê belav bikin û hemû saziyên faşîst ên mêtîngeriyê li her qadê hedef bigirin. Di xeta fermandar hevrê Şervan de, divê em weke fedaiyan parastina gelê xwe bikin. Roj roja azadkirina Rêber Apo, roja bi hêza xwe avakirina neteweya demokratîk û tevlîbûna li nava refên gerîla ye. Careke din di şexê şehîd Şervan û Şehîd Zafer de hemû şehîdên têkoşîna azadiyê û şoreşê bi rêzdarî û mînetdarî bibîr tînim û dibêjim ku soza me li wan e em ê doza wan a di oxirê de şehîd ketin, bi ser bixînin."