Şervanên YPG/YPJ'ê ketin Sirînê, şer giran e

Di navbera şervanên YPG/YPJ'ê û çeteyên DAIŞ'ê de li bajarokê Sirînê şerekî dijwar diqewime.

Li gorî agahiyên nûçegîhanên ANHA’yê ragihandine, şervanên YPG/YPJ'ê di çarçoveya Pêngava Tohildana Şehîdan Kobanê de derbasî bajarokê Sirîn a li başûrê Kobanê ye bûn û di navbera şervanên YPG/YPJ'ê û çeteyên DAIŞ’ê şerekî dijwar di nava bajarok de diqewime.

Ev demeke bû bajarokê Sirîn ji aliyê hêzên YPG/YPJ'ê ve hatibû dorpêçkirin. Çeteyên DAIŞ'ê ji bo xwe ji berxwedana hêzên YPG/YPJ'ê biparêzin, mayîn li dora bajarok çandibûn û gelê sivîl weke mertal bi kar dianîn.