Li Rûsyayê tûrnûvaya futbolê diyarî şehîdên Pirsûsê hat kirin

Di 25 û 26 Tîrmeha 2015'an de li stadyûma "Lokomotîv" a bajarê Tambovê tûrnûvayeke futbolê pêk hat. Tûrnûvaya ku heft tîmên ji herêmên cuda yên Rûsyayê beşdar bûn, diyarî şehîdên Pirsûsê hat kirin.

Di 25 û 26 Tîrmeha 2015'an de li stadyûma "Lokomotîv" a bajarê Tambovê tûrnûvayeke futbolê pêk hat. Tûrnûvaya ku heft tîmên ji herêmên cuda yên Rûsyayê beşdar bûn, diyarî şehîdên Pirsûsê hat kirin.

Tûrnûvaya ji aliyê Komîna Karên Ciwan û Sporê ya Otonomiya Federal a Neteweyî û Çandî ya Kurdên Rûsyayê ve hat organîzekirin, bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna 31 ciwanên sosyalîst ên di komkujiya li Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan û hemû cangoriyên têkoşîna azadiyê, destpê kir.

Di merasîma vekirina tûrnûvayê de Hevserokê Otonomiya Federal a Neteweyî û Çandî ya Kurdên Rûsyayê Ferhat Patiyev axivî û da xuyakirin ku tûrnûva di demeke li Kurdistanê gelê kurd bi êrîşên dijwar re rû bi rû maye, pêk tê, lê ne êrîşa xwekujî ya li Pirsûsê, ne jî êrîşên hewayî yên ser Qendîl û Herêmên Parastinê yên Medyayê nikarin ciwanên kurd ji rêya heqîqet û azadiyê derxînin. Hevserokê Otonomiya Federal diyar kir ku tûrnûva wê bi ruhê xwedîderketina li bîranîna ciwanên di komkujiya li Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan de, pêk were.

Pêşbirk bi coşeke mezin a ciwanên herêmên Çêlyabînsk, Moskowa, Nîjnî Novgorod, Saratov, Tambov û bajarên Mîçûrînsk Ûralskî û Pêrvomaysk derbas bû.

Navê tîmên futbolê yên beşdarî tûrnûvayê bûn wiha ye: 

- Tîma Kobanê (Moskowa),
- Tîma Şengalê (Çêlyabînsk),
- Tîma Sîpan (Nîjnî Novgorod),
- Tîma Stêrk (Saratov),
- Tîma Dîcle (Tambov),
- Tîma Roj (Mîçûrîns Ûralskî),
- Tîma Şehîd Şiyar (Pêrvomaysk).

Di encama maçên hatin lîstin de tîmên Sîpan, Stêrk, Dîcle û Şehîd Sîpan derbasî nîv fînalê bûn. Di maçên nîv fînalê de jî tîmên Dîcle û Sîpan derbasî fînalê bûn û di encama maça fînalê de tîma Dîcle ya ji Tambovê li hemberî tîma Sîpanê bi ser ket û bû yekemîn. Di tûrnûvayê de tîma Sîpan bû duyemîn, tîma Şehîd Şiyar jî bû sêyemîn.

Di merasîma xelatkirina lîstikvanên ciwan de endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê Cemal Şamoyan, rayedarê KCK'ê yê Rûsyayê Ferman Garzan û Hevserokên Otonomiya Federal a Neteweyî û Çandî ya Kurdên Rûsyayê Ferhat Patiyêv û Liyana Simoyan amade bûn. 

Piştî pêşkêşkirina dîploma, madalyayên bronz, zîv û zêr û diyarîkirina kûpaya şampyontiyê tûrnûva bi gearndina govendê bi dawî bû.

...