Kurdistaniyên Dergaçî êrîşên li ser Qendîlê şermazar kirin

Kurdistaniyên li navçeya Dergaçî ya bajarê Rûsya Saratove, bi daxuyaniyekê bomberdûmana Herêmên Parastinê yên Medyayê û komkujiya li Pirsûsê şermezar kriin.

Kurdistaniyên li navçeya Dergaçî ya bajarê Rûsya Saratove, bi daxuyaniyekê bomberdûmana Herêmên Parastinê yên Medyayê û komkujiya li Pirsûsê şermezar kriin.

Kurdistaniyên li navçeya Dergaçî ya girêdayî bajarê Saratov ê Federasyona Rûsyayê bi bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û komkujiya li navçeya Riha Pirsûsê şermazar kirin. Di daxuyaniyê li ser navê şêniyên Dergaçî berpirsyarê Komîteya Dergaçî Îsmaîl Yûsif axivî û diyar kir ku  bi ti awayî dewleta Tirk nêzî aştiya gelê Kurd nabe û got: "Di van çend mehên dawî de dewleta Tirk tecrîdek mezin li ser Serokê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dide meşandin. Ji aliyê din ve jî ji bo pêşî li serketinên gelê me yê Rojava bigire bi çeteyên dil reş ên DAIŞ'ê re di nav hevkariyekê de ye. Herî dawî bi dehan balafirên şer êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê kirin. Bi vî rengî tê diyar kirin ku dewleta Tirk pêvajoya çareseriyê têk biriye û êdî naxwaze li dora maseyê rûnê. Destketiyên gelê Kurd îro ji hêla hemû dewletên cîhanê ve tê dîtin lê ji hêla dewleta Tirk ve nayên dîtin. Deweleta Tirk bi înkarkirina destketiyên gelê Kurd nikare gelê Kurd têk bibe."

Di dawiya axaftina xwe de Yûsif got, "Em wek gelê ku li vê qadê dijîn her dem bi gelê re bûne û me bi wan re serketinên mezin û êşên mezin jiyan kiriye. Em di wê baweriyê dene ku em ê ji welat mizgîniyên hîn xweştir û hîn mezintir bibihîsin. Li ser navê gelê Dergaçî em êrîşên dewleta Tirk bi tundî şermezar û lanet dikin."

...