Gel li hember amadekariya operasyonê ket rê

Ji ber leşkerên li Çelê hin rêyên gundan li çûnûhatinê girtin û amadekariyên operasyonê dikin, gelek kesên di nav wan de rêveberên HDP û DBP’ê jî hene bi armanca rawestandina operasyonê ji bo bibin mertalên zindî ji navenda navçeyê derketin rê.

Li gel bomberdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk li hember Herêmên Parastinê yên Medya û piştî bi tankan topbarana herêmê li Çelê jî leşkeran dest bi amadekariya operasyonê kirin. Di çarçoveya vê amadekariyê di navbera gundên Tale û Dizê de rê ji her du aliyan ve li çûnûhatinê hat girtin.

Di rêya ku wesayîtên sivîl jî tên astengkirin, bi gelek wesayîtên zirxî çekên giran tên sewqkirin.

Rêveberên HDP û DBP'ê, Baroya Colemêrgê û endamên ÎHD’ê jî di nav de gelek welatî li ser esasê astengkirina operasyonê ji bo bibin mertalên zindî ji navenda Colemêrgê derketin rê.