KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Ji ber astengkirina cenazeyan gilî kirin
Parêzerên Baroya Şirnex û malbatên 13 şervanên HPG, YPG û YPJ'ê yên ku ji 26'ê Tîrmehê heya niha cenazeyên zarokên wan nayên dayîn ji bo ku cenazeyan bigirin serî li Serdozgeriya Komarê ya Silopiyayê dan. -
Li Bazidê pevçûnên dijwar
Li herêmên gundên Zoravakir, Şexxulî, Tapuya û Birnê Reş ên navçeya Bazîdê ya Agiriyê di navbera leşker û HPG'iyan de pevçûn derketin û pevçûn bi dijwarî didomin. Piştî pevçûn dijwar bûn rêxistinên HDP û DBP'ê yên Bazîdê ber bi herêmê ve bi rê ket. -
Li Kerboran û Midyadê binçavkirin
Di serdegirtinên malan ên li navçeyên Midyad û Kerboranê de 5 kes hatin binçavkirin. 3 kesên ku li Midyadê hatibûn biçavkirin piştî îfadeyê serbest hatin berdan. -
Li Hesekê demeke nû destpê kir
Hêzên YPG/YPJ'ê yên bajarê Hesekê bi temamî ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin, li bajêr demeke nû dan destpêkirin. Li nuqteyên stratejîk ên bajêr YPG'ê çeperên xwe xurt kirin û li taxa Neşwa jî xebatên avakirina navenda asayîşê destpê kirin. -
Li Sirînê êdî alên rengîn ên YPG/YPJ'ê li ba ne
Piştî ku bajarokê Sirînê ji aliyê hêzên YPG/YPJ û Bûrkan El Firat ve hat rizgarkirin, di roja duyemîn de em ketin nava bajarok. Li bajarokê ku şervanên YPG/YPJ'ê ji mayînan paqij kirin, em bi hêsanî li aliyekî wê digerin. -
Tevgera balafirên şer ji aliyê kamerayan ve hat kişandin
Êrîşên hewayî yên balafirên şer ên artêşa Tirk ên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin. Balafirên ku duh bi şev bombe li gelek deveran barandin, tevahiya şevê li ser herêma Qendîlê geriyan. -
Civata Rojnamevanên Azad rêveberiya xwe ya nû hilbijart
Civata Rojnamevanên Azad kongreya xwe ya duyemîn a asayî lidar xist û rêveberiya xwe ya nû hilbijart. -
DBP: Em beşdarî Meşa Gemlîkê bibin
DBP'ê banga tevlîbûna Meşa Gemlîkê ya 1'ê Tebaxê bibin. -
Ciwan li Qoserê bi polîsan re pevçûn
Li navçeya Qoser a Mêrdînê di navbera ciwanan û polîsan bi saetan pevçûnan rû da. -
Li Amedê li hember polîsan xendek hatin kolandin
Gel li Amedê polîtîkaya şer a AKP’ê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kir. Ciwan, li hin navçe û taxan bi polîsan re pev diçin, ji bo polîs nekevin taxan di ketina kolanan de xendek kolandin. -
Tevgera balafirên şer a li Amedê didome
Li Amedê ku ji danê êvarî ve tevgera balafirên şer didome, li gor saeta herêmî 23.58’an balafirên şer careke din rabûn. -
Li Xinêre piştî bomberdûmanê pêgerên hewayî yên keşfê digerin
Piştî bombekirina herêma Xinêre ya girêdayî Herêmên Parastinê yên Medya pêgerên hewayî yên bêmirov ên keşfê digerin. -
Li Geverê li hemberî lojmanên tîmên taybet û edlîyeyê çalakiya bi roketan
Li Geverê di pevçûnên piştî merasîma cenazeyê Seyîthan Dede derketin li hemberî lojmanên edliyeyê û tîmên taybet ên TOKÎ’yê bi roketan êrîş pêk hatin. -
Balafirên şer ên artêşa Tirk Qendîlê bombe dikin
Herêmên Qendîlê jî ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve tên bombekirin -
Li hember Midûriyeta Polîsan a Pîranê çalakiya bi roketan
Li hember Midûriyeta Polîsan a Pîran a Amedê çalakiya bi roketan pêk hat. -
Garê, Metîna û Heftanîn ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve tên bombekirin
Balafirên şer ên artêşa Tirk herêmên Garê, Zap, Metîna û Heftanîn bi awayekî zêde bombe dikin. -
Tevgera hewayî ya li Amedê didome
Li Amedê tevgera balafirên şer didome. -
Li Qendîlê tevgera balafirên şer
Balafirên şer ên artêşa Tirk li ser herêma Qendîlê ya girêdayî Herêmên Parastinê yên Medya digerin. -
Leşkerên Tirk li nêzî Deriyê Sînor ê Girê Spî sivîl gulebaran kirin.
Leşkerên artêşa Tirk saet nêzî 17.00’an li nêzî Deriyê Sînor ê Grî Spî sivîl gulebaran kirin. -
Balafirên şer ên artêşa Tirk Garê û Metîna bombe dikin
Balafirên şer ên artêşa Tirk herêmên Garê û Metîna yên girêdayî Herêmên Parastinê yên Medya bomberdûman dikin. -
Li Garê, Avaşîn û Basya tevgera balafirên şer
Balafirên şer ên dewleta Tirk li ser herêmên Garê, Avaşîn û Basya yên girêdayî Herêmên Parastinê yên Medya digerin. -
Leşker û polîs li sînor êrîşî malbatên 13 şervanan kirin
Malbatên 13 şervanên HPG, YPG û YPJ'ê û gelê Botanê li hember astengiya dewleta Tirk ku ev 3 roj in destûrê nade cenazeyên şervanan derbasî Bakurê Kurdistanê bibin li ber Deriyê Sînor ê Xabûr çalakî dan destpêkirin. -
Faşîstan li Aşqele êrîşî karkerên Kurd kirin
10 karkerên Kurd ên li navçeya Aşqele ya Erziromê di înşaetekê de dixebitin rastî êrîşa komeke qerebalix a faşîstan hatin. -
Li Amedê tevgera hewayî didome
Li Amedê tevgera hewayî ya saet 21:15’an destpê kir didome. -
Li gundê Çîçeklî yê Dêrsimê wesayît hatin şewitandin
Li gundê Çîçeklî yê girêdayî Dêrsimê, wesayîteke îtafiyeyê, pîkapek û wesayîteke TEDAŞ’ê hatin şewitandin.