DBP: Em beşdarî Meşa Gemlîkê bibin

DBP'ê banga tevlîbûna Meşa Gemlîkê ya 1'ê Tebaxê bibin.

Navenda Giştî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) li ser Meşa Gemlîkê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 1'ê Tebaxê de were lidarxistin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku AKP bi polîtîkayên xwe re welêt ber bi kaosê ve dibe û hat destnîşankirin ku di asta muzakereyê ya 'pêvajoya çareseriyê' de li şûna ku mercên azadiya fîzîkî ya Ocalan biafirîne hikûmetê tecrîd şidandiye. DBP'ê diyar kir ku ev yek nêzîkatiya dûrî ji cidiyetê ya hikûmetê ya li pêvajoya çareseriyê nîşan dide.

'RAKIRINA TECRÎDÊ TÊRÊ NAKE, DIVÊ MERCÊN AZADIYÊ BÊN AFIRANDIN'

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku afirandina mercên azadiya fîzîkî ya Ocalan wê çareseriyê bi xwe re bîne û hat gotin, "Pêvajoya em di nav de ne, êdî ne başkirina mercên tecrîdê, afirandina mercên azadiyê, nîqaşên çareseriyê yên li ser bingeheke guncaw, ferz dike. Aramiya li nava welêt û li siyaseta derve, ancax bi vî rengî dikare pêk were." DBP'ê destnîşan kir ku ji bo vekirina rêya muzakereyê azadiya Ocalan nebe nabe.

'EM DENGÊ AZADIYÊ BILIND BIKIN'

DBP'ê bal kişand ser girîngiya meşa 1'ê Tebaxê ya bi pêşengiya TUHAD-FED'ê û got, "Em bawerin ku divê rêxistinên me yên bajar û navçeyan û gelê me bi beşdariyeke xurt vê meşê mezin bikin. Em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku bi xurtî beşdarî meşa ji Amedê destpê dike û wê li Gemlîkê bi dawî bibe. Em dengê azadiyê bilind bikin."