Li Geverê li hemberî lojmanên tîmên taybet û edlîyeyê çalakiya bi roketan

Li Geverê di pevçûnên piştî merasîma cenazeyê Seyîthan Dede derketin li hemberî lojmanên edliyeyê û tîmên taybet ên TOKÎ’yê bi roketan êrîş pêk hatin.

Li Geverê di pevçûnên piştî merasîma cenazeyê Seyîthan Dede derketin li hemberî lojmanên edliyeyê û tîmên taybet ên TOKÎ’yê bi roketan êrîş pêk hatin.

Li navçeya Gever a Colemêrgê pevçûnên piştî merasîma cenazeyê Seyîthan Dede yê 22 salî ê 26’ê Tîrmehê li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê di dema çalakiyê protestoyî de bi guleya polîsan hat qetilkirin derketin her diçe belav dibin.

Di bûyeran de ji aliyê kes an jî hin kesên nasnameya wan nediyar ve li hemberî lojmanên edliyeyê û tîmên taybet ên TOKÎ’yê bi roketan êrîş pêk hatin.

Piştî êrîşê li cihê ku lojmanên tîmên taybet ên TOKÎ’yê pevçûnên demkurt rû dan.

Nehat zanîn di encama êrîşê de mirî û birîndar hene yan na.

Piştî êrîşê gelek wesayîtên zirxî, polî û leşker  sewqî  lojmanan hatin kirin.