Ji ber astengkirina cenazeyan gilî kirin
Parêzerên Baroya Şirnex û malbatên 13 şervanên HPG, YPG û YPJ'ê yên ku ji 26'ê Tîrmehê heya niha cenazeyên zarokên wan nayên dayîn ji bo ku cenazeyan bigirin serî li Serdozgeriya Komarê ya Silopiyayê dan.

Parêzerên Baroya Şirnex û malbatên 13 şervanên HPG, YPG û YPJ'ê ên ku ji 26'ê Tîrmehê heya niha cenazeyên zarokên wan nayên dayîn ji bo ku cenazeyan bigirin serî li Serdozgeriya Komarê ya Silopiyayê dan. Ji 26'ê Tîrmehê heya niha ji ber ku dewleta Tirk destûrê nade, cenazeyên 13 şervanên HPG, YPG û YPJ'ê li Deriyê Sînor ê Birahîm Xelîl tên rawestandin. Li gel malbatên şervanan, parlamenterên HDP'ê yên Şirnex Ferhat Encu û Aycan Îrmez, parêzerên Baroya Şirnex û gelek welatî piştî li Serdozgeriya Komarê ya Silopiyayê gilî kirin. Serokê Baroya Şirnex Nuşirevan Elçî daxuyanî da. Elçî da zanîn ku li gor hiqûqa dewleta Tirkiye ti astengî li hember wergirtina cenazeyan tineye û wiha axivî; "Li gor qanûnên dewletê kesek sax an jî mirî dema xwest derbasî Tirkiyeyê bibe ji aliyê hiqûqî ve ti astengî li hember vê yekê tineye. Lê hevdîtina me bi dozgeriyê re kir, dozger ji me re got, 'Ti eleqeya vê mijarê bi dozgeriyê re tineye. Stendina cenazeyan bi Wezareta Hundir ve girêdayî ye. Tişta em bikarin bikin piştî ku cenaze werin em dikarin otopsî bikin'."
Elçî da zanîn ku ev pêkanîn keyfî ne û axaftina xwe wiha domand; "Bi van pêkanîna hiqûq tê binpêkirin. Ev bi rojan e cenaze li TIR'ekê de tên rawestandin. Ev yek hem li hember cenazeyan, hem li hember malbatan bêhurmetî ye."
Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Aycan İrmez jî got ku 13 şervanan li Kobanê ji bo rûmeta mirovahiyê şer kirine û ev tişt got; "Me mi qeymeqamî, walî û Wezareta Hundir re hevdîtin pêk anîn. Dibêjin bi ti awayî em destûrê nadin ku cenaze derbasî Tirkiyeyê bibin."
Îrmez herî dawî got ku ev biryar rasterast ji aliyê Desteya Wezaretê ve hatiye wergirtin.