Leşker û polîs li sînor êrîşî malbatên 13 şervanan kirin

Malbatên 13 şervanên HPG, YPG û YPJ'ê û gelê Botanê li hember astengiya dewleta Tirk ku ev 3 roj in destûrê nade cenazeyên şervanan derbasî Bakurê Kurdistanê bibin li ber Deriyê Sînor ê Xabûr çalakî dan destpêkirin.

Malbatên 13 şervanên HPG, YPG û YPJ'ê û gelê Botanê li hember astengiya dewleta Tirk ku ev 3 roj in destûrê nade cenazeyên şervanan derbasî Bakurê Kurdistanê bibin li ber Deriyê Sînor ê Xabûr çalakî dan destpêkirin. Piştî çalakî destpê kir leşker û polîsan bi ava şid û bombeyên gazê êrîşî malbat û gel kir.

Malbatên 13 şervanên HPG, YPG û YPJ'ê û gelê Botanê li hember astengiya dewleta Tirk ku ev 3 roj in destûrê nade cenazeyên şervanan derbasî Bakurê Kurdistanê bibin, li ber Deriyê Sînor ê Xabûr çalakî dan destpêkirin. Beriya çalakiyê Hevserokê HDP'ê yê Silopî Alî Balin daxuyand ku ev 3 roj in Hikûmeta AKP'ê li hember cenazeyên zarokên Kurd bêhurmetiyê dike û ev tişt gotin: "Em şehîdên xwe weke rûmeta xwe dibînin û nêzîkatiya li hember şehîdên me, nêzîkatiya li hember vîna me û mirovatiyê ye. Heya ku cenazeyên me nedin em dê li vir rawestin û çalakiya xwe bidomînin."

Hevserokê DBP'ê yê Şirnexê Salin Gulenç jî got ku weke her demê gelê Botanê dê li hember vê nêzîkbûna Hikûmeta AKP'ê û dewleta Tirk li ber xwe bide. Gulenç anî ziman ciwanên Kurd li hember dijminê mirovatiyê DAIŞ'ê bi qehremanî li ber xwe dane û ev yeka li ser cenazeyên şervanên wan tê kirin qet qebûl nekin.

Li gel malbatên 13 şervanên HPG, YPG û YPJ'ê, hevşaredarên herêma Şirnex, hevserok û rêveberên HDP/DBP'ê yên Şirnex, gelek nûnerên saziyên civakî zêdetirî hezar welatiyan li ber Deriyê Sînor ê Xabûr çalakiya rûniştinê dan destpêkirin û rê ji trafîkê re girtine.

Ji aliyê din ve li gel dehan polîs û jenderme gelek wesayîtên jenderme û polîsan yên zirxî di hundirê Deriyê Sînor ê Xabûrê hatine rawestandin.

Piştî ku malbatan û welatiyan dest bi çalakiya rûniştinê kir û rê ji trafîkê re girtin polîs û leşkeran bi bombeyên gazê û ava şid mudaxaleyê girseyê kir. Li ser mudaxaleyê gel jî bi keviran bersiv da û demek kurt pevçûn derket.

Li ser êrîşa leşkeran welatiyan çalakiya xwe domand û hatin navenda Silopiya.