Gel li Amedê polîtîkaya şer a AKP’ê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kir. Ciwan li hin navçe û taxan bi polîsan re pev diçin, ji bo polîs nekevin taxan di ketina kolanan de xendek kolandin.
Li hember polîtîkaya şer a AKP’ê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Amedê gel li hin navçe û taxan çalakiyên derxistina deng pêk anî. Welatiyên li Taxa Huzurevlerî ya girêdayî Kayapinar derketin kolanan, welatiyên din jî derketin şaneşîn û pencereyên xwe bi kelûpelên di destên xwe de deng derxistin.
Li navçeya navend Rezan jî li ser cadeyên Sento, Goçmenler, Emek û Gursel ciwanên derketin kolanan rastî êrîşa polîsan hatin.
Di pevçûnan de ku polîsan ava şid û gaza îsotan bi kar anî ciwanan jî bi bombeyên deng û keviran bersiv dan. Hat dîtin ku di pevçûnan de dem dem ciwanan çek jî bi kar anîn. Pevçûnên demeke dirêj dewam kirin, piştî ciwan li kolanan belav bûn bi dawî bûn.
Ciwanên li Taxa Lalebey a girêdayî navçeya navend Sûrê derketin kolanan rastî êrîşa polîsan hatin.
Li ser êrîşan di navbera ciwan û polîsan de pevçûn derketin. Li hin kolanên taxê ji bo ketina polîsan bê astengkirin xendek hatin kolandin.