Piştî ku bajarokê Sirînê ji aliyê hêzên YPG/YPJ û Bûrkan El Firat ve hat rizgarkirin, di roja duyemîn de em ketin nava bajarok. Li bajarokê ku şervanên YPG/YPJ'ê ji mayînan paqij kirin, em bi hêsanî li aliyekî wê digerin.
SEDAT SÛR / ANF
SIRÎN
çarşem, 29 tîrmehê 2015, 12:36
Piştî ku bajarokê Sirînê ji aliyê hêzên YPG/YPJ û Bûrkan El Firat ve hat rizgarkirin, ji ber ku çeteyên DAIŞ'ê dema ji bajarok reviyan mayîn bicih kirin em ancax di roja duyemîn de ketin nava bajarok. Li bajarokê ku şervanên YPG/YPJ'ê ji mayînan paqij kirin, em bi hêsanî li aliyekî wê digerin. Sivîlên li bajêr dimînin jî, ji aliyê YPG/YPJ'ê ve li cihekî ewle hatine bicihkirin û heta bi temamî ya paqijiya bajêr biqede wê li vî cihê ewle bin.
Hêzên YPG/YPJ û Bûrkan El Firat beriya mehekê di çarçoveya "Pêngava Tolhildana Şehîdên Kobanê" de dest bi operasyonên azadkirina Sirînê kirin. Operasyon di pênc rojên dawî de zêde bûn. Şervanan li başûr û rojavayê Sirînê 25 gund paqij kirin û bi pêş ve çûn. Di roja pêncemîn de jî bajarok bi temamî dorpêçkirin û di sibeha 27'ê Tîrmehê de ketin nava Sirînê. Bi dorpêçkirina bajarok re çeteyên DAIŞ'ê hema hema li her nuqteya bajarok mayîn bi cih kirin û reviyan. YPG/YPJ'ê sivîlên li bajarok bi awayekî bi kontrol derbasî nuqteyeke ewle kirin û dest bi xebatên paqijkirina bajarok ji mayînan kirin. Du roj piştî azadkirinê derfetên rojnamevanan çêbûn ku bikevin hundirê bajarok.
CEBILXANEYA ÇETEYAN
Çûn û hatina bajarok li rêyeke ku ji aliyê YPG'ê ve vekirî hatiye hiştin, pêk tê. Rêyên din ên ber bi bajarok, ji ber gengaziya êrîşên çeteyan ên bi wesayîtên bombebakirî, hatine girtin. Li pêşiya bajarok şervanên YPG'ê disekinin. Li vê derê cebilxaneyeke mezin a ji ser çeteyan hatiye rakirni, heye. Hejmareke zêde topên hewayê yên bi mezinahiya curbecur, bi dehan kalaşnîkov, BKC, çeka sûîqestê, teqemenî û bi hezaran fîşek, di operasyonên pênc rojên dawî de ketin destê hêzên YPG/YPJ'ê.
MEYDANA SERJÊKIRIN Û ÎŞKENCEYÊ
Dema me xwe gihand bajarok, di destpêkê de em çûna meydana bajarok ku çeteyên DAIŞ'ê li vê derê li pêşiya hovîtî dikirin. Çeteyên DAIŞ'ê li vê meydanê, bi rêbazên xwe yên li derveyî mirovahiyê îşkence li jin, zarok, extiyar her kesî dikir û kesên ku li gorî wan sûcekî girantir kirine, serjê dikirin. Di vê der barê de şervanê YPG'ê Amed Çinar ê Sirînê baş nas dike, agahiyan dide. Çinar anî ziman ku navenda bajarok jî ev meydan e û got, "Biryarên kuştinê piştî ku navenda wan a rêvebirinê Reqqayê dihatin wergirtin, mirovên ku li gorî wan pîvan binpê kirine, li vir serjêdikirin." Çinar destnîşan kir ku li Sirînê êdî ev dîmen wê ti carî neyê dîtin, wê jiyaneke azad ava bikin.
ÎŞKENCEXANEYA DAIŞ'Ê
Li pêşberî vê meydanê em li avahiya ku DAIŞ'ê weke qereqol û îşkencexane bi kar dianî temaşe dikin. Şervanê Kobanêyî Dilgeş Kobanê yê gelekî baş bi pêkanînên çeteyên DAIŞ'ê yên li vir dizane got, "Çeteyên DAIŞ'ê li vê agahiya ku weke qereqolê bi kar dianî, îşkenceyên giran li mirovan dikirin. Bi îşkenceyê re sûcên ku mirovan nekiribûn jî bi wan dihatin qebûlkirin û dûre biryara kuştina wan dihat dayîn. Li avahiyê odeyeke ku qet ronahiya rojê lê nîne, deng û tarî heye. Çeteyên DAIŞ'ê mirovên ku zevt dikirin, bi mehanm dixistin vê odeyê û terkî mirinê dikirin."
LI BIRYARGEHA DAIŞ'Ê KINCÊN YPG'Ê
Hin mal hene ku DAIŞ'ê ji xwe re weke nuqteyên leşkerî bi kar dianî. Beşek ji wan hînê mayînkirî ne, yên ji mayînan hatine paqijkirin, em li wan digerin. Di destpêkê de em kincên YPG'ê dibînin. Sirîn, navenda hemû êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê bû. Weke ku tê zanîn, beşek ji çeteyên di 25'ê Hezîranê de êrîşî navend Kobanê û gundê Berxbotanê kriin, ji Sirînê hatibûn. Çeteyên li Kobanê komkujî kiribûn, kincên YPG'ê li xwe kiribûn. Ev kincên YPG'ê yên li nuqteya leşkerî ya DAIŞ'ê hat dîtin, nîşand ide ku çeteyan Sirîn ji bo komkujiya li Kobanê weke baregeh bi kar anîne.
NOTÊN BI TIRKÎ, MARKAYÊN XWARIN-KINC
Em dikevin hundirê maleke din. Ji me re tê gotin ku ev mal jî weke nuqteyeke leşkerî hatiye bikaranîn. Li vê derê em lênûsekê dibînin ku bi zimanê Tirkî not lê hatiye nivîsandin. Ev not li ser agahiyên leşkerî ne. Ev not nîşan dide ku ev çete Tirk e. Tê zanîn ku bi sedan Tirk bi desteka dewlete tevlî çeteyên DAIŞ'ê bûne. Her wiha li derdorê çiqas kîsên kelûmelên kinc û xwarinê hebin, hemû bi markayên şîrketên Tirk ên ji Bûrsa, Îzmîr û Konya ne. Tê gotin ku gelek wesayîtên li bajêr jî ji Tirkiyeyê hatine anîn. Ev yek nîşaneyeke din e ku Tirkiye hem endam hem jî alîkariya lojîstîk daye DAIŞ'ê.
LI NUQTEYA DAIŞ'Ê ŞÛŞEYÊN ALKOLÊ
Barbarên DAIŞ'ê ku li herêmên dagirkirî, li gorî pîvanên xwe bi feraseteke dij mirovahiyê zilmê li mirovan dikin û mirovan qetil dikin, îdîa dikin ku vexwarina alkolê sûcekî mezin e. Lê belê li nuqteyeke çeteyan a li Sirînê, rewşeke berevajî xuya dike. Şûşeyên alkolê ku hin jê bi temamî vala ne, hin jê nîvî ne, nîşan dide ku feraseta van a ol jî pûç e. Bi tenê ji bo zext û xapandina mirovan, ol bi kar tînin.
RÛYÊ LI KEN Ê ŞÊNIYÊN SIRÎNÊ: YPG/YPJ
Diyalog û hevdîtina şervanên YPG/YPJ û zarokên Sirînê hêjayî dîtinê ye. Du zarokên li herêmên YPG'ê ji mayînan paqij kirine digerin, silavê didin şervanên YPG'ê. Zarok bi Kurdî, şervanên YPG'ê jî bi Erebî nizanin. Bi bi destan li hev dikin, lê belê di demeke kurt de dikevin nava hev, henekan bi hev dikin. Yek ji şervanên jin zarokê biçûk maçî dike, rûyê zarok jî bi kêfxweşiyeke mezin dike. Piştî zarokan şervanên YPG/YPJ'ê xwe nêzî extiyarekî bi gopal dikin. Bi Erebî diaxive, behsa zilma DAIŞ'ê dike û xuyaye ji hatina YPG/YPJ'ê gelekî kêfxweş e. Şervana YPJ'ê xwarina xwe dide vî mirovê extiyar, bi destê wî digire û dibêje ku wê her tişt baş bibe.
Şervanên YPG/YPJ'ê hînê di roja destpêkê de dibin rûyê li ken ê mirovên li Sirînê.
LI SIRÎNÊ ÊDÎ ALA AZADIYÊ YA YPG'Ê LI BA YE
Tevî kêfxweşiya zarokan, jinên ji Sirînê jî bi van gotinan bilêv dikin ku çawa YPG/YPJ pêşwazî kirine: "Li dijî zilma DAIŞ'ê em her tim li bendê bûn heval (YPG) bê. Taliyê hatin, em gelekî kêfxweş in. Sirîn êdî azad e."
Li Meydana Sirînê ya ku serê mirovan lê dihat jêkirin û îşkenceyên giran dihat kirin, êdî ala YPG'ê ya rengîn li ba ye.