KURDISTAN
Xelkê Xaçortê ku li dijî zêdebûna firotina tiryakê li taxên xwe di destê wan de dar û nobetê digirin, diyar kir ku ew ji bo parastina siberojê li wir in û got, ew ê têkoşînê bidomînin.
Dûran Kalkan diyar kir ku neguhertina mercên li Îmraliyê baweriya bi pêvajoyê lawaz kiriye û got, guhertina qanûnî eger mercên kar û jiyana azad û siyaseta demokratîk a Rêber Apo li xwe negire, wê neyê qebûlkirin.
Rêveberiya Tevgerê: Li gorî xwezaya pirsgirêkê ya ku tê xwestin bê çareserkirin, divê qanûnek bê derxistin ku ji Rêbertî heta bi şervanan her kesî tevlî siyaseta demokratîk bike ku azadiya fikrî û rêxistinbûnê lê tam e.
KCK'ê di salvegera Şoreşa Rojava de daxuyanî da û got, "Gelê Rojavayê Kurdistanê destketiyên xwe hemû li ser xeta Rêber Apo bi dest xistiye. Wê ji niha û pê ve jî destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe."
Meclîsa Gel a Şengalê bang li hikûmeta Bexdayê kir ku li şûna nêzîkatiyên leşkerî û ewlehiyê, îradeya siyasî ya Şengalê nas bike û rêya diyalogê hilbijêre.
Hemû Nûçe
-
Li Geverê pevçûn didomin
Li Geverê pevçûnên ku piştî merasîma cenazeyê ya Seyîthan Dede'yê ku ji aliye polîsan ve li Nisêbînê hatibû qetil kirin destpê kirin, her ku diçe berfireh dibin.
-
-
-
-
-
Seyîthan Dede ji aliyê deh hezaran ve hat oxirkirin
Cenazeyê Seyîthan Dede (22) ê 26'ê Tîrmehê li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin li gel astengiya polîsan û hewldanên provokasyonê li navçeya Geverê ya Colemêrgê ji aliyê deh hezaran kesan ve hat definkirin.
-
Em ê li her qadê li DAIŞ’ê bidin
Şervanên YPG/YPJ’ê, Burkan El Firatê gotin ku ew ê serketinên nû li pêngava xwe ya bi moral û îradeyek mezin meşandine zêde bikin û banga tevlîbûna nav refên xwe kirin.
-
-
-
-
-
KCK: Polîtîkayên hikûmetê li ser esasê şer in
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê got: “Polîtîkayên niha hikûmet bi rê ve dibe bi awayekî zelal û aşkera li ser esasê şer in. Bi temamî polîtîkaya perçiqandin û tasfiyekirina Tevgera Azadiya Kurd kirine meriyetê.”
-
-
HPG: Gerîlayên me bi çalakiyan bersivê didin êrîşan
HPG'ê diyar kir ku êrîşên artêşa Tirk ên li hemberî qadên gerîla dewam dikin û da zanîn ku gerîla jî bi çalakiyan bersivê didin êrîşan. Hat destnîşankirin ku di çalakiya ji bo bîranîna Şervan Varto de Fermandarê Garnîzona Milazgirê hatiye kuştin.
-
Ji Dayikên Aştiyê banga '1'ê Tebaxê'
Dayikên Aştiyê nerazîbûneke tund nîşanî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên li dijî gerîla dan û ji bo meşa 1'ê Tebaxê ya ji Amedê ber bi Gemlîkê, banga beşdariyê kirin. Dayikan gotin aştî bi azadiya Ocalan dibe.
-
-
'DAIŞ nema dikare xwe rabigire'
Fermandarê YPG/YPJ'ê Mêrxas Botan û Diljîn Kobanê diyar kirin ku bi azadkirina Sirînê re çeteyan derbeke mezin xwarin û gotin, "Çeteyên DAIŞ'ê ji vê saetê û şûn ve nikarin xwe li qadekê bigirin."
-
-
-
-
KONGRA GEL: Pêwîst e gel li hember tecrîdê rabin ser piyan
KONGRA GEL, li hember tecrîda li ser Ocalan nerazîbûneke tund nîşan da, xwest gel li her cihî rabe ser piyan û bi şîara “Ji Rêber Apo re azadî” têkoşînê pêş bixe, diyar kir ku pêwîst e bi sedhezaran kes tevlî meşa ji Amedê ber bi Gemlîkê bibin.
-
Bûrkan El Firat rizgarkirina Sirînê pîroz kir
Odeya Çalakiyan a Bûrkan El Firat rizgarkirina bajarokê Sirînê pîroz kir û diyarî cangoriyên Kobanê kir. Bûrkan El Firat destnîşan kir, ku çeteyên DAIŞ'ê li ku bin ew ê li hemberî wan têbikoş in.
-
Li Qilabanê şewat
Li gundê Aroş ê Qilabanê, ji ber bombeya ji Qereqola Jendermeyan hat avêtin, şewat derket. Şewat, di encama hewldanên gundiyan de ber destê sibehê hat vemirandin.
-
-
Muslim: Şerê rastî li dijî Kurdan tê kirin
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim polîtîkayên Tirkiyeyê yên li hemberî Rojava nirxand û destnîşan kir ku Tirkiye mîna li dijî DAIŞ'ê de nîşan dide, lê belê şerê rastî li hemberî Kurdan dimeşîne.