Seyîthan Dede ji aliyê deh hezaran ve hat oxirkirin

Cenazeyê Seyîthan Dede (22) ê 26'ê Tîrmehê li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin li gel astengiya polîsan û hewldanên provokasyonê li navçeya Geverê ya Colemêrgê ji aliyê deh hezaran kesan ve hat definkirin.

Cenazeyê Seyîthan Dede ê 26'ê Tîrmehê li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di çalakiyên şermezarkirinê de ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin piştî karên otopsiyê yên li Saziya Tipa Edlî ya Amedê ji bo definkirinê anîn Geverê. Cenazeyê Dede li ser Pira Şakîtan bi girseyî hat pêşwazîkirin û piştre ber bi navçeyê ve bi rê ket. Pêşiya konvoya cenazeyê Dede li Durya Oremar ji aliyê tîmên teybet ve hat birîn. Piştî hevdîtinên ji bo konvoya cenaze derbas bibe ti encam nehatin girtin bi hezaran kesan li ser rê çalakiya rûniştinê da destpêkirin.

Hevserokê HDP'ê yê Geverê Ferman Oztunç bi Amîrê Buroya Ewlehiyê Mahmut Baloglu hevdîtin kir û Baloglu gefên "Heke bûyerek derkeve careke din em tawîzê nadin. Em ê gelek tund êrîş bikin" xwarin.

Piştî polîs paşve hatin vekişandin konvoy derbas bû û welatiyekî astengdar jî bi kursiya xwe bi tekere bi konvoyê re bi rê ket. Polîsan welatiyê astengdar rawestandin û ala KCK'ê ya di destê wî de çirandin avêtin wesayîta zirxî. Ji ber vê yekê di navbera girseyê û polîsan de careke din rageşî derket. Piştî rageşî bi dawî bû konvoya cenaze ber bi navenda sûkê bi rêket. Bi hatina konvoya cenaze esnafan dikanên xwe girtin.

Bi hezaran kesan konvoya Dede pêşwazî kir û pişt re darbesta Dede ji wesayîtê girtin û bi meşê anîn Mizgefta Qişlayê. Piştî vecîbeyên olî careke din darbest ji aliyê girseyê ve hat hilgirtin û birin Şehîdgeha Ormanê. Di meşê de dirûşme hatin berzkirin û endamên DEM-GENÇ'ê ewlehiya girseyê girt.

Di dema karên definkirinê pêk dihatin helîkopter bi ser girseyê re firiya û welatiyan bertek nîşan dan. Piştî karên definkirinê bi dawî bûn bi srua "Çerxa Şoreşê" rêzgirtin pêk hat. Rêvebera MEYA-DER'ê ya Geverê Narîn Aslan di merasîmê de axivî û wiha got: "Serê Rêber Apo û rêhevalên wî sax bin." Hevserokê Meclîsa Civaka Demokratîk ê Geverê Şerafettîn Dede jî wiha got: "Zaliman canekî me yê din qetil kirin. Polîsan welatiyekî me şehîd kirin."

Li ser navê malbatê Jihat Dede jî axivî û spasî li hemû kesên tevlî merasîma cenaze bûn kir.

Ji bo Dede li gundê Sînava taziya hat danîn. Piştî merasîma cenaze li navçeyê bûyer derketin û hêj didomin.