Leşkeran êrîş bir ser girseya xwest cenazeyên şervanan werbigire

Li Deriyê Sînor ê Îbrahîm Xelîl Leşkeran bi gaza îsotê û ava şid êrîş bir ser girseya gel a dixwest cenazeyên 13 şervanên YPG, YPJ û gerîlayên HPG’ê yên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane werbigirin.

Gel û Malbatên 13 şervanên YPG’ê û YPJ’ê û gerîlayên HPG’ê yên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane û 3 roj in li Deriyê Sînor ê Îbrahîm Xelîl ê Başûrê Kurdistanê têne sekinandin ji bo werbigirin çûn Deriyê Sînor ê Xabûr. Bi navê girseya ku li sînor pankarta, “Li hemberî dîktatoriya şer heya azadiyê serhildana topyekûn” vekir Hevserokê HDP’ê yê navçeya Silopiyayê Alî Balin daxuyaniya çapemeniyê da û bibîr xist Hikûmeta AKP’ê 3 rojin destûr nade cenazeyan û got heya gel cenazeyên zarokên xwe werbigirin, wê berxwedana xwe berdewam bikin.

Girseya gel piştî daxuyaniyê derbasî çalakiya rûniştinê bû, leşkeran bi ava şid û gaza îsotê êrîşî girseyê kir.