Li Mêrdînê polîtîkayên şer ên AKP’ê hatin şermezarkirin

Li hemberî operasyonên leşkerî û siyasî ku bi rojan e li bajarên Kurdistanê tên meşandin, li Mêrdînê ji sê milan ve meşa protestoyî hate lidarxistin.

Li hemberî operasyonên leşkerî û siyasî ku bi rojan e li bajarên Kurdistanê tên meşandin, li Mêrdînê ji sê milan ve meşa protestoyî hate lidarxistin.

Li hemberî operasyonên leşkerî û siyasî ku di çarçoveya konsepta şerê topyekûn a AKP'ê de têne meşandin, gelê Mêrdînê ji sê milan ve meşa protestoyî li dar xist. Meşa ku ji ber Rêxistina Bajêr a DBP'ê, Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û ji ber avahiya KESK'ê destpê kir, heya Parka Karayolu berdewam kir. Li gel saziyên civakî, rêveberên DBP û HDP'ê bi sedan welatî tevlî meşê bûn.

Di meşê de gelek caran dirûşmên, "DAIŞ'ê kujer" û "Ji şer re na" hatin gotin.

Piştî ku her sê milên meşe li Parka Karayolu li hev civiyan, daxuyanî hate dayîn. Hevserokê DBP'a Mêrdînê Omer Ocalan balê kişand ser konsepta şer û diyar kir ku ew ê destûr nedin van polîtîkayan. Ocalan, anî ziman ku Tirkiye pêvajoya agirbestê xilas kiriye û dest bi şer kiriye û wiha pêde çû: "Divê AKP fehm bike ku pirsgirêka Kurd bi şer çareser nabe. Şer pirsgirêkan kûrtir dike. Divê AKP zanibe ev gel bi operasyonên siyasî û qetilkirina ciwanan tine nabe."

Ocalan herî dawî balê kişand ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got ji bo çareseriyê divê tecrîda li ser Ocalan yekser were rakirin.

Piştî daxuyaniyê, protesto bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.