KONGRA GEL: Pêwîst e gel li hember tecrîdê rabin ser piyan

KONGRA GEL, li hember tecrîda li ser Ocalan nerazîbûneke tund nîşan da, xwest gel li her cihî rabe ser piyan û bi şîara “Ji Rêber Apo re azadî” têkoşînê pêş bixe, diyar kir ku pêwîst e bi sedhezaran kes tevlî meşa ji Amedê ber bi Gemlîkê bibin.

KONGRA GEL, li hember tecrîda li ser Ocalan nerazîbûneke tund nîşan da, xwest gel li her cihî rabe ser piyan û bi şîara “Ji Rêber Apo re azadî” têkoşînê pêş bixe.  KONGRA GEL diyar kir ku pêwîst e bi sedhezaran kes tevlî meşa ji Amedê ber bi Gemlîkê bibin. Hevserokatiya KONGRA GEL, têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, polîtîkaya şer a li hember gel û gerîla ya AKP’ê kiriye dewrê daxuyaniyeke nivîskî weşand. KONGRA GEL, li hember tecrîda li ser Ocalan nerazîbûneke tund nîşan da, xwest gel li her cihî rabe ser piyan û bi şîara “Ji Rêber Apo re azadî” têkoşînê pêş bixe.  KONGRA GEL diyar kir ku pêwîst e bi sedhezaran kes tevlî meşa ji Amedê ber bi Gemlîkê bibin.

'BI TECRÎDÊ RE GUHERTIN Û VEGUHERTIN TÊ ASTENGKIRIN'

KONGRA GEL diyar kir ku bi tecrîda li ser Ocalan re tê xwestin daxwazên azadî û demokrasiyê yên gel werin tecrîdkirin û wiha hat gotin: “Di şexsê wî de daxwazên azadiyê yên civakê di bin tecrîdê de ne. Daxwazên jin, kedkar û hemû bindestan di bin tecrîdê de ne. Projeya civaka azad û jiyana jiyan û neteweya demokratîk a ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî û neteweyî yên bûne girêk pêşniyar kiriye di nav gelên me de bûye sedema guhertin û veguhertineke mezin bê astengkirin ev tecrîd tê kirin.”

KONGRA GEL diyar kir ku Erdogan dixwest di hilbijartina de şer derxe û li ser xwînê bigihêje armanca xwe lê provokasyonên plan dikir bê encam man û got: "Xeyalên wî yên seroktiyê têk çûn. Encama di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de bi dest nexist niha dixwaze bi şer bi dest bixe. Armanca sereke ya şerê hikûmeta AKP’ê û Erdogan a li hember Rêbertî, gel, tevgera me, HDP û hemû hêzên demokrasiyê ev e. Armanca êrîşên hewayî yên li hember Herêmên Parastinê yên Medya jî ev e.
Di daxuyaniyê de hat gotin,"Erdogan di nav rewşeke derûniya xerab de ye ku ji bo bibe serok dikare li hember gelên me her cure xerabiyan bike” û wiha dewam kir: "Hewesa desthilatdariyê çavên Erdogan kor kiriye. Lewma rastiya Rêber Apo û PKK’ê baş nabîne. Di encama wê de jî şaşiya herî mezin a jiyana xwe ya siyasî dike. Tecrîda li hember Rêber Apo û şerê li hember gelê me wê dawiya Erdogan û AKP’ê ya siyasî bîne. Li hember faşîzma Erdogan a wê serketina aştiyê pêk bîne projeya neteweya demokratîk a Rêber Apo ye.”

'DIVÊ GEL RABIN SER PIYAN BI SEDHEZARAN TEVLÎ MEŞA GEMLÎKÊ BIBIN'

Hevserokatiya KONGRA GEL ev bang kir: "Li ser vî esasî pêwîst e gelên Kurdistan û Tirkiyeyê rabin ser piyan. Gelên me yên li derveyî welêt dijîn li her qadê bi şîara ji Rêber Apo re azadî têkoşînê pêş bixe” û got: "Meşa dirêj a 1’ê Tebaxê ji Amedê ber bi Gemlîkê ve çalakiyeke bi wate ye ya li gor demê. Bi beşdariya sedhezaran kesan a ji vê meşê re em dikarin polîtîkayên şer ên AKP’ê vala derxin.

Tecrîd îşkence ye, îşkence sûcekî mirovatiyê ye. Ji bo parastina Rêber Apo yê mirovatiyê diparêze di serî de jin û ciwan em bang li gelên me, şoreşger, demokrat, sosyalîst û tevayî hêzên paşverû dikin ku li hember faşîzma Erdogan li her qadê tevlî çalakî û aktîvîteyên ji bo azadiya Rêber Apo tên lidarxistin bibin.”