KCK: Polîtîkayên hikûmetê li ser esasê şer in

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê got: “Polîtîkayên niha hikûmet bi rê ve dibe bi awayekî zelal û aşkera li ser esasê şer in. Bi temamî polîtîkaya perçiqandin û tasfiyekirina Tevgera Azadiya Kurd kirine meriyetê.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê  got: “Polîtîkayên niha hikûmet bi rê ve dibe bi awayekî zelal û aşkera li ser esasê şer in. Bi temamî polîtîkaya perçiqandin û tasfiyekirina Tevgera Azadiya Kurd kirine meriyetê.  Li hember redkirina mutabakata Dolmabahçe ji aliyê Tayyîp Erdogan ûrawestîna li hember şerê bi tecrîta li ser Rêber Apo hatiye destpêkirin ti rêyên din jiyana azad û demokratîk pêk nayine.”

KCK’ê  bi daxuyaniya weşand diyar kir xeta mutabekata Dolmabahçe  de şênber bû û bi hewldanên mezin ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah pêk hat a li ser esasê çareserkirina tevayî pirsgirêkan li ser bingeha demokratîkbûnê û xeta Tayyîp Erdogan a “alî jî nîne, mase jî nîne, pirsgirêka Kurd jî nîne” di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de nav têkoşîneke mezin de bûn.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku di encam de ya bi ser ket xeta demokratîkbûnê ya winda kir xeta hegemonîk, otorîter û yekperest e û got: “Partiyên siyasî ku pêwîst e li gor encamên hilbijartinan tevbigerin, AKP û MHP’ya polîtîkayeke otorîter ferz dikin, li hember îradeya gel bûye derbeyek. Li şûna li ser esasê demokratîkbûnê ji holê rakirina tevayî pirsgirêkan, ferzkirina çekberdanê li ser gerîla Tirkiye kiriye nav atmosfereke pevçûnê. AKP nêrîna tehdîta hundir û derve diafirîne û polîtîkaya ku Tirkiyeyê ji nû ve bike sîstemeke otorîter a hegemonîk ji nû ve kiriye dewrê.

Şerê topyekûn yê niha derket holê êrîşa pelçiqandina Tevgera Azadiyê encama vê polîtîkayê ye.  Hikûmeta AKP’ê ku tecrîda li hember Rêber Apo didomîne û piştî hilbijartinan lez da çêkirina bendavan jî û Tayyîp Erdogan bi gotina, mutabekata Dolmabahçe, alî, muzakere û pirsgirêka Kurd jî nîne dibe pratîkbûna wan a herî berbiçav  a polîtîkaya şer. Ji bo dest ji van pêkanînên xwe yên ku bi temamî tên wateya agirbesta ku berê jî nedihat pêkanîn, li hember Tevgera Azadiyê destpêkirina şer û zexta zêde ya li hember HDP’ê nîşan dide ku wê polîtîkayên Tayyîp Erdogan bi temamî bixin pratîkê. Axaftina Bulent  Arinç a hê beriya Komkujiya Pirsûsê li Trabzonê kir û got: ‘Rojên zehmet li benda rêxistina terorê ye. Wê berdêlên mezin bidin” bûye îlana aşkera ya ku şerekî mezin tê plankirin û wê bixin dewrê.”

‘ERDOGAN HEWL DIDE SÎSTEMEKE HEGEMONÎK AVA BIKE’

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku tevayî pêşketinên piştî Komkujiya Pirsûsê aşkera nîşan dide ku di vê komkujiyê de tiliya AKP’ê heye. KCK’ê da xuyakirin ku hemû hewldana Tayyîp Erdogan ev e ku sîstemeke otorîter û hegemonîk ava bike û li ser vî esasî Tevgera Azdiyê û hêzên demokrasiyê bipelçiqîne.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê got: “Rejîma 12 Îlonê ya ji aliyê têkoşîna gelê Kurd û hêzên demokrasiyê ve hat hejandin û ket rewşeke neyê bikaranîn, tê xwestin bi sîstema siyasî ya Tayyîp Erdogan bê restorekirin. Hemû hewldanên ekîba Tayyîp Erdogan û hikûmeta AKP’ê li ser esasê restorasyoneke wiha ye. Dixwaze encama bi hilbijartinê bi dest nexist bi darbeya siyasî bi dest bixe. Niha ev gavên ku hikûmeteke bihêz jî nikare cesaret bike ji ber vê tên avêtin.” Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku hikûmeta AKP’ê niha jî darbeyeke wiha dike.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku AKP dixwaze vê bi MHP û CHP’ê jî bide qebûlkirin li ser navê têkildarî terorê agahdarkirin, ku hevdîtinan bi MHP û CHP’ê re dike û HDP’ê red dike nayê wateyeke din û wiha hat gotin: “Ev hewl dan di heman demê de kompleyeke li hember CHP’ê ye. Beriya hevdîtinên koalîsyonê bernameya siyasî ya li hember Tevgera Azadiya Kurd û hêzên demokrasiyê ku tê wateya şer dide ferzkirin. Dixwaze CHP’ê jî bike hevkarê zîhniyeta otorîter, hegemonîk û yekperest. AKP bi vî awayî dixwaze hikûmeta xwe ya di hundir û derve de teşhîr bûye bi CHP’ê maske bike û li ser vî esasî CHP’ê jî ji hikûmeta şer re bi spartek. Bi vî awayî wê rêya Tirkiyeya demokratîk a li ser esasê neteweya demokratîk bê girtin. Jixwe MHP’ya dixwaze fikrên xwe hakim bike  wê ti astengiyan ji restorasyona 12’ê Îlonê re astengiyan dernexe. Weke tê zanîn başbûgê MHP’ê Turkeş gotibû, ‘12’ê Îlonê fikrên me kir desthilat.’

 ‘AKP JI BO LI SER DESTHILATDARIYÊ BIMÎNE JI BILÎ KÛRKIRINA ŞER TI ALTERNATÎFA WÊ NEMA’

Dewleta Tirk heta pirsgirêka Kurd çareser neke kîjan hikûmet bê bila bê wê van polîtîkayan bidomîne. AKP bi salanr bi gotiana, ‘Herî baş ez ê gelêKurd bixapînım; ez ê Tevgera Azadiyê bipelçiqînim’ li sr desthildariyê maye. Lê hat dîtin ku di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de ev kapasîte nemaye. Ev rewş tê wateysa ku AKP ji desthilatdariyê bikeve. Ji ber vê AKP dîsa bi gotina, ‘Herî baş em ê Kuran bipelçiqînın, lewma desthilatdarî mafê me ye’ polîtîkaya şer a îro kiriye dewrê. Heta pirsgirêka Kurd neyê çareser kirin Tirkiye demokratîk nabe û ev qanûna desthilatdariyê ye, AKP ji bo lı ser desthilatdariyê bimîne ji bilî kûrkirina şer ti alternatîfa wê nemaye. Hincetên ku AKP ji bo polîtîkayên şer bir ê ve dibe ev e ku ji nû ve desthilatdariyê bi dest bixe, polîtîayên şer ên dimeşîne binixumîne ye û ji bilî vê ti wateyeke wê ya din nîne.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bal kişand ku êdî ne mimkun e bi polîtîkayên şer ên salên bihurî li hember gelêKurd dihatin meşandin gelê Kurd û hêzên demokrasiyê mijûl bike û got: “Ji ber polîtîkaya Tayyîp Erdogan a pirsgirêka Kurd bê çareserî hiştin û xwe kirina desthilatdarî bi mutabekata Dolmabahçe ya 28’ê Sibata 2015’an deşîfre bûye û bi dawî bûye. Bi gotina, alî jî nîne, mase jî nîne, muzakere jî îne, pirsgirêka Kurd jî nîne di nuqteya ku polîtîkaya şerê taybet a li hember gelê Kurd tê meşandin di çarçoveya vê mutabekatê de êdî nayê meşandin hatiye gotin. Jixwe Tevgera Azadiya Kurd jî di daxuyaniya xwe piştî hilbijartinên 7’ê Hezîranê ji raya giştî re aşkera kir, destnîşan kiribû ku êdî eger behsa pêvajoyeke çareseriyê bê kirin divê tavilê li ser esasê deh serenavan de muzakere bên kirin, ev li Meclîsê bibin normên destûra bingehîn û qanûnî û ji bo pêvajo dewam bike pêwîst e agirbesta hatiye ahkîmkirin pêk were. Vaye li hember Tevgera Azadiya Kurd ku AKP şer pêş dixe tê wateya encama xwezayî ya redkirina vê daxuyaniyê.

Di 24’ê Hezîranê de girtina bi sedan siyasetmedar, welatparêz, demokrat û şoreşgerî, mayîndekirina êrîşên hewayî li hemberî gerîla, di nava kolanan de kuştina ciwan û zarokên ku van êrîşan protesto dikin, israrkirina di berdewamkirina van êrîşan de, li hemberî hemû çapemeniya demokrat û welatparêz astengkirina înternetê, xebitandina çapemeniyê weke amûra şerê psîkolojîk ê vî şerî hemû pêkanînên konsepta şerê qirêj û topyekun ê salên 90’ê li gorî şert û mercên nû pratîk kirine.

Ekîba Taytîp Erdogan û Hikûmeta AKP’ê teslîmiyetê li ser Gelê Kurd, Tevgera Azadiyê û hêzên demokratîk dide ferzkirin. Bi vê re jî baş diyar dibe ku ti polîtîkayên çareseriyê ya wan di pirsgirêka Kurd de tine ye.

‘KESÊN KU DIXWAZIN POLÎTÎKAYÊN ŞER BIDIN SEKINANDIN, PÊWÎSTE JI TECRÛBEYÊN DEMÊN BERÊ SÛD BIGIRIN’

Pêvajoya Çareseriyê û polîtîkayên wê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd hene. Rastiyeyeke ku dema ku bê gotin pêvajoya çareseriyê û pêwîstiyên wê bi cih neyên anîn, bêguman wê rewş bê vê nuqteyê. Ji lewre ti polîtîka û zîhniyetek di çareseriya pirsgirêka Kurd de wê tinebe, hem jî wê behsa pêvajoyê jî bê kirin; aşkeraye ev gotine ji demagojiyê wêdetir ne tiştek in û zarok jî jê bawer nakin. Eger ku tê xwestin ku van polîtîkayên şer ji holê bêne rakirin û aştî û çareseriya mayînde bê pêkanîn, pêwîste polîtîkayên zelal ên çareseriyê û demokratîkbûnê deynin holê. Eger tê xwestin bibe parçeyê hikûmeta koalîsyonê ya polîtîkayên şer bimeşîne jî, pêwîste her partiya ku tevlî nîqaşên koalîsyonê bibe neçare ku vê rastiyê  bi awayekî pir vekirî û berbiçav deyne pêşiya muxataban.”

Hevserokatiya KCK’ê diyar kir ku, pêwîste kesên ku dixwazin polîtîkayên şer bidin sekinandin, pêwîste ji tecrûbeyên demên bihurî sûd werbigirin, demokratîkbûyîna Tirkiyeyê bixin navenda têkoşîn û hewldanên xwe de û li ser vê bingehê çareserkirina hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê deyne holê. Hevserokatiya KCK’ê bi vî awayî dewam kir: “Ji ber ku bêyî van armancan daynin pêşiya xwe çi hewldan aştiya mayînde û îstiqrarê nayne. Niha peywira ku dikeve ser mile hemû hêzên demokrasiyê ev e ku li ser bingehê bernameya demokratîkbûnê ya ji 5-10 madeyan pêk tê têkoşîna demokrasiyê meşandin û li ser vî esasî demokratîk bikin.  Êdî pêwîste temaşeyê vê hikûmetê yan jî wê hikûmetê neyê kirin ka wê di aliyê demokrasiyê de gavan bavêje yan na, pêwîste tavilê bi civaka rêxistinkirî re ev bernameya demokratîkbûyînê derbasî pratîkê bê kirin. Li Tirkiyeyê ne gengaze ku têkoşîna demokratîkbûyînê tenê bi têkoşîna hundirê parlamentoyê bê meşandin re bê pêkanîn. Li Tirkiyeyê bêyî muxalefeta civakî bê çalakkirin ne gengaze ku demokratîkbûyînekî ku bikare pirsgirêkên bingehîn çareser bike bê pêşxistin, ev rastî ji tecrûbeyên dîroka siyasî ya Tirkiyeyê dîtin gengaz e. Me bi dehan caran ji raya giştî re deklare kiribû, Tevgera Azadî Kurd û Gelê Kurd; an wê bi rêya siyaseta demokratîk demokratîkbûyîna Tirkiyeyê pêk bîne, di serî de pirsgirêka Kurd wê hemû pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê li ser vê bingehê çareser bike, yan jî gelê Kurd wê bi hêza xwe ya rêxistinkirî rêveberiya xwe ya cewherî ava bike û jiyana xwe ya azad û demokratîk pêk bîne. Hikûmeta niha û hêzên siyasî yên di hindirê sîstemê de di pirsgirêka Kurd de li şûna ku gavan bavêjin, li hemberî gelê Kurd şer radigihînin û Ji bilî li hemberî gelê Kurd şer bidin destpêkirin, gelê Kurd bêdeng bikin, daxwazên ên azadiyê binpê bikin, ti polîtîka û helwestên wan nîne. Herî dawiyê çûyîna hikûmeta AKP’ê ya li gel MHP’ê û CHP’ê û ji wan re polîtîkayên xwe yên şer ên li hember Tevgera Azadiya Kurd ji wan re gotin, weke îfadeya vê ya herî berbiçav derketiye holê.  Ti partiyek siyasî nekariye ji AKP’ê re bibêje li şûna ku hûn şer bikin, pirsgirêkên xwe çareser bikin û bandorên vî şerî ji hole rakin. Li beramberî vê rewşê hêzên demokrasiyê pêwîste di serî de ji hikûmeta AKP’ê ji hemû partiyên siyasî bixwaze ku dev ji polîtîkayên pirsgirêkê bi şîdetê çareserkirnê bê derdan û ji bo çareseriyê gavên berbiçav bên avêtin

‘DEWLETA TIRK DI ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKA KURD DE KETIYE NAV HEWLDANEKE DEMKÎ’

Tişta ku pêwîste hêzên demokrasiyê bikin, li hemberî polîtîkayên şer polîtîkayên xwe yên çareseriyê deynin hole û li ser vî esasî têkoşînê bimeşînin. Hatiye dîtin ku tenê bangên aştiya razber û agirbestê nikare pêşiya polîtîkayên şer bigire. Tevî ku em wekî Tevgera Azadiya Kurd bi salane agirbesta yek alî radigihînin û rewşa bêpevçûniyê pêk tînin jî, ev jî rastiyeke ku dewlet di çareserkirina pirsgirêka Kurd de ji derveyî hewldanên demkî ti tiştek din nake. Di vî alî de bernameyeke siyasî ya agirbest û aştiya mayînde bi çareseriya mayînde temam bike û li derdora vê bilindkirina têkoşînê şert e. Niha bi awayek pir vekirî û aşkera ye ku polîtîkayên hikûmet dimeşîne li ser esasê şer in. Bi temamî polîtîkaya tasfiye û perçiqandina Tevgera Azadiya Kurd di meriyetê de ye. Li hember redkirina mutabakata Dolmabahçe ji aliyê Tayyîp Erdogan ûrawestîna li hember şerê bi tecrîta li ser Rêber Apo hatiye destpêkirin ti rêyên din jiyana azad û demokratîk pêk nayine. Gelê Kurd polîtîkayên AKP’ê yên ku armanc dike hesretên gelê me yên azadî û demokrasiyê biperçiqîne baş dizane û li ser vê bingehê pêwîste rêxistinbûna xwe pêş bixe, kûrtir bike, pêş bixe û bi vî awayî têkoşîna xwe bilind bike. Ji bo vê jî pêwîste di serî de qet destûr ji bo ti girtinan neyê dayîn.

Hikûmeta bi her roj êrîşên hewayî pêk tîne, bi şewitandina erdnîgariya Kurdistanê, bi qirkirina siyasî, bi kuştina zarok û ciwanên me re hewl dide têkoşîna azadiyê biperçiqîne. Em jî weke gel, hêzên demokrasiyê, dizanin ku tenê li hember zîhniyet û polîtîkayên otorîter, hegemonîst û yekperest têkoşîn meşandinê jiyana azad û demokratîk bi dest bixin, divê em têkoşînê bilind bikin. Weke hevrê Mazlûm Dogan di zindana Amedê de li hemberî teslîmiyetê jiyana xwe danî holê gotiye; teslîmiyet dibe xiyanetê, berxwedane dibe serketinê.

Nêzîkatiya dewleta Tirk a li hemberî Rêber Apo û tine hesibandina mutabeqata Dolmabahçeyê ya Rêber Apo bi hewldanên pir mezin pêk anî, tê wateya li hemberî gelê me û gelên me şer îlan kiriye. Ev êrîş tenê û tenê bi berxwedanê dikare bên paşdexistin. Li ser vê bingehê em bang li hemû gelê xwe, hêzên demokrasiyê dikin ku têkoşînê bilind bikin; peyama hilbijartinê ya 7’ê Hezîranê ya demokratîkkirina Tirkiyeyê û li ser vî esasî çareserkirina hemû pirsgirêkan, Tirkiyeyek nû azad û demokratîk û Kurdistaneke azad ava bikin.