Li Wanê ji bo çalakiya 'em ê nehêlin hûn şer bidin meşandin' bang
Li Wanê, ji bo çalakiya roja Pêncşemê ya 'em ê nehêlin hûn şer bidin meşandin' a bi pêşengiya HDP, DBP û gelek rêxistinên civakî yên sivîl, banga tevlîbûnê hat kirin.

Bi vê armancê HDP, DBP, TUYAD-DER, GOÇ-DER, YODER, KJA, Meclîsa Dayikên Aştiyê, MEYA-DER, MHD, VADAY-DER, NÇM, DÎSK û KESK'ê civîneke çapemeniyê lidar xistin û daxuyaniyeke hevpar dan.
Hevserokê HDP'ê yê Wanê M. Veysî Dîlekçî li civîna çapemeniyê peyivî û diyar kir ku pêvajoya aştiyê ya beriya 2.5 salan ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatibû destpêkirin û bi kedeke mezin a yekalî ya Ocalan gihaşt heta roja îro, ji aliyê AKP'ê ve tê qedandin.
Dîlekçî anî ziman ku careke din xwîn, rondikên çavan û mirin li ser gelan tên ferzkirin û diyar kir ku bi tenê di operasyonên 10 rojan ên AKP'ê de zêdeyî 50 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Dîlekçî da xuyakirin ku di pêvajoya şerê 30 salan de Demîrel, Erbakan, Çîller û Ecevît ji ber ku li şûna aştiyê şer li ser vî welatî ferz kirine winda kirine û got, "Îro jî hûnê winda bikin. Ji ber vê yekê em dibêjin; rêya hûn tê de dimeşin ne rêya rast e. Dest ji tecrîda li Îmraliyê berdin, bi sedan hevalên me yên ku we di nava deh rojan de girtine serbest berdin û li maseya muzakereyê vegerin. Hînê şensê we heye ku hûn vê bikin."
Dîlekçî da zanîn ku hêza bingehîn a aştiyê bîne welêt têkoşîna gelan e û banga beşdariya li çalakiya 30'ê Tîrmehê roja Pêncşemê saet di 18:00 a li xaçerêya Îkî Nîsanê kir.