Şervanên YPG/YPJ’ê, Burkan El Firatê gotin ku ew ê serketinên nû li pêngava xwe ya bi moral û îradeyek mezin meşandine zêde bikin û banga tevlîbûna nav refên xwe kirin.
SEDAT SÛR
KOBANÊ / ANF
sêşem, 28 tîrmehê 2015, 17:47
Şervanên YPG/YPJ’ê, Burkan El Firatê gotin ku ew ê serketinên nû li pêngava xwe ya bi moral û îradeyek mezin meşandine zêde bikin û banga tevlîbûna nav refên xwe kirin. Şervanan peyama, “Em ê li her qadê li DAIŞ’ê bidin” dan.
Şervanên YPG/YPJ’ê, Burkan El Firatê Merwan Ocalan, Hêvî Amed, Ebû Ammar El Kûsûfî û Îbrahîm Cadir, hema piştî paqijkirina Sirînê ji ANF’ê re axivîn.
'EM Ê TIM LI DAIŞ’Ê BIDIN'
Merwan Ocalan: " Ez ji kantona Cizîrê tevlî pêngavê bûn. Di encama operasyonên ku hevalên me bi moral û îradeyeke mezin meşandin me Sirîn stand. Di tevahiya operasyonê de şervanan bi qehremanî li ber xwe dan. Hevalên me yên şehîd ketin çêbûn, bi qehremanî li ber xwe dan û şehîd ketin, serketina vê operasyonê ya wan e.
'ME TOLA JINÊN LI KOBANÊ HATINE QETILKIRIN STAND'
Hêvî Amed: “Min weke şervaneke YPJ’ê di operasyonê de cihê xwe girt. Weke şervanên YPJ’ê weke her care bi coş û xwestekeke mezin me cihê xwe girt. Di nava pêngavê de me weke YPJ’ê rolekî girîng lîst. Di pêngava Sirînê de motîvasyona me ya bingehîn tolhildana Komkujiya Kobanê bû. Me soz dabû ku em ê tola her jineke li Kobanê hatiye qetilkirin bistînin. Me wihan jî kir, me derbên giran li çeteyan xist, şervanên jin heya dawiyê ketin pey çeteyên ku direviyan û tol standin.
'GELÊ EREB MODELA ME YA DEMOKRATÎKBÛYÎNÊ DIECIBÎNE’
Ebû Ammar El Kûsûfi: Endamê Burkan El Fırat- Şemsi Şimal: "Em bi şervanên gelê Kurd ên xwişk û birayên xwe re li hemberî terora DAIŞ’ê têdikoşin. Di nava YPG/YPJ’ê, Burkan El Firatê me operasyonên hevbeş meşandine. Em bi şervanên Kurd re têkoşîna Sûriyeyekîedemokratîk dimeşînin.
‘EZ JI NÊZÎKBÛNA GEL A YPG/YPJ’YIYAN BANDOR BÛN’
Îbrahîm Cadir: Endamê Tabûra Cerablus a Burkan El Fırat’ê: "Min di vê pêngavê de li gel şervanên YPG/YPJ’ê cih girt. Ez pir keyfxweşim ji ber ku ez gel van şervanan im. Berxwedan û îradeyek mezin nîşan dan. Nêzîkatî û parastina wan a sivîlan ez bandor kirim. Em bi gelê Kurd re bira ne. Em ê li hember terorîstên DAIŞ’ê yên ku dixwazin vê biratiyê xera bikin heya dawiyê têbikoşin.”