Li hemberî êrîşa topyekûn pêwîst e parastina topyekûn pêş bixin

Biryargeha Şoreşger-Behdînan daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku, “Paşverûtiya AKP-RTE dîtiye ku dawiya wê tê, ji ber vê sedemê heya îro di sorkirina şer de bi israr e.”

Biryargeha Şoreşger-Behdînan daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir, “Paşverûtiya AKP-RTE dîtiye ku dawiya wê tê, ji ber vê sedemê heya îro di sorkirina şer de bi israr e” û wiha hat gotin, “Li hemberî şerê topyekûn ê vê desthilatdariya serdema navîn, pêşxistina xetên parastina topyekûn jî ji bo me derman e.”

Biryargeha Şoreşger-Behdînan daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir, “Paşverûtiya AKP-RTE dîtiye ku dawiya wê tê, ji ber vê sedemê heya îro di sorkirina şer de bi israr e. Dîsa di daxuyaniyê de hat gotin ku, “Dîsa ji ber vê yekê di pêvajoya hilbijartinê de bi sedan êrîşên provakatîf li hemberî HDP’ê pêk anî. Niha jî vê helwesta xwe bi bombebarankirina Herêmên Parastinê yên Medya, bi binçavkirin û girtinên ku êdî bi 1000’an tê îfadekirin, bi bombeyên gaze avêtina Malên Cemê û îşkence li gelê me kirinê hê pêşdetir dibe.  Ev bi awayekî vekirî li hemberî gel ragihandina şer e. Lê dive zanibin  wê ev şer jî nikaribe wan xilas bike. Ji derveyî vî şerê topyekûn ê li hemberî gel ti rêya derketinê ya wan nemaye û ji bo parastina desthilatdariyên xwe hemleyên xwe yên dawiyê dikin. Bi van hemleyan jî hinek din jî nêzîkî dawiya xwe dibin.”

Li hemberî şerê topyekûn ê vê desthilatdariya serdema navîn, pêşxistina xetên parastina topyekûn jî ji bo me derman e. Pêwîste em xetên xwe yên berxwedanê xurt bikin, bi hemû hêza xwe li hemberî faşîzma AKP-RTE’yê bisekinin.