'DAIŞ nema dikare xwe rabigire'
Fermandarê YPG/YPJ'ê Mêrxas Botan û Diljîn Kobanê diyar kirin ku bi azadkirina Sirînê re çeteyan derbeke mezin xwarin û gotin, "Çeteyên DAIŞ'ê ji vê saetê û şûn ve nikarin xwe li qadekê bigirin."
Fermandarê YPG/YPJ'ê Mêrxas Botan û Diljîn Kobanê diyar kirin ku bi azadkirina Sirînê re çeteyan derbeke mezin xwarin û gotin, "Çeteyên DAIŞ'ê ji vê saetê û şûn ve nikarin xwe li qadekê bigirin."
Şervanên YPG/YPJ û hêzên Bûrkan El Firat ên pêngava xwe ya azadkirina Sirînê ku berî mehekê dabûn destpêkirin, di pênc rojên dawî de şidandin û bajarok azad kirin. Sirîn ku bi 45 kîlometreyan li başûrê Kobanê ye, yek ji navendên girîng ên çeteyên DAIŞ'ê bû. Hêzên YPG/YPJ û Bûrkan El Firat ên di operasyonên bi goran dewam kirin de derbên giran li çeteyan xistin, li hemberî bikaranîna sivîlan weke mertal bi taktîkeke serketî bêyî zerarê bidin sivîlan bajar ji çeteyan paqij kirin.
Ji fermandarên YPG/YPJ'ê yên pêngav bi rêve birin Mêrxas Botan û Diljîn Kobanê, heman piştî serketina operasyonê, ji ANF'ê re axivîn.
'DEMA REVIYAN GELEK ÇEK Û CEBILXANE LI DÛ XWE HIŞTIN'
Mêrxas Botan anî ziman ku wan pêngava xwe ya Sirînê di nava pênc rojên dawî de şidandine û ev agahî da: "Di vê çarçoveyê de me gelek gund û girên stratejîk ji çeteyan paqij kirin û bi pêş ve çûn. Bi biryardarî û vîneke mezin me li ber xwe dan. Ji aliyên rojhilat û başûr em hatin û me dor li çeteyan girtin. Em niha li Sirînê ne. Çeteyên DAIŞ'ê nikarîbûn xwe li hemberî me bigirin. Çete herî dawî dema reviyan embara genim teqandin. Çeteyan her wiha gelek çek û cebilxane li dû xwe hiştin û reviyan."
'GELÊ SIVÎL DÎL HAT GIRTIN'
Botan anî ziman ku çeteyên DAIŞ'ê gelê sivîl bi rojan dîl girtine û li hemberî wan weke mertal bi kar anîne û got, "Herî dawî li hemberî operasyonên me gel derxistin ser giran, ji ber vê yekê em bi kontrol bi pêş ve çûn. Me taktîkeke welê şopand ku zerar negihêje gelê sivîl. Di dawiyê de jî em bi ser ketin. Bêyî sivîl zerarê bibînin, me operasyon qedand. Êdî Sirîn azad e û ji çeteyên DAIŞ'ê hatiye paqijkirin."
Botan da xuyakirin ku ew hêza Sûriyeyê ne û ji bo azadbûna Sûriyeyê çi pêwîst be ew ê bikin. Botan destnîşan kir ku operasyonên wan ên li hemberî çeteyên DAIŞ'ê wê dewam bikin.
'ME BÊHN LI ÇETEYAN ÇIKAND'
Fermandara YPJ'ê Diljîn Kobanê jî da xuyakirin ku piştî pêngava Girê Spî azadkirina Sirînê moral û coşeke mezin daye wan û hemû şervanan û bal kişand ser girîngiya Sirînê. Kobanê got, "Ji bo me Sirîn nuqteyeke gelekî girîng bû. Çeteyên DAIŞ'ê ji bo Sirînê winda nekin, hemû hêza xwe li vir civandin, lê nikarîbûn li ber xwe bidin. Di destpêkê de ji pişt ve me dor li çeteyan pêçandin, rêyên wan ên lojîstîkê qut kirin, dorpêçî teng kirin û di nava pênc rojên dawî de jî me bêhn li çeteyan çikandin."
'DAIŞ ÊDÎ ŞIKESTÎ YE'
Kobanê da zanîn ku wan dîtine çeteyên DAIŞ'ê berevajî propagandayên xwe nikarin şer bikin, gelek ji wan reviyane û got, "Çete piştî dorpêçiyê çekên xwe jî li dû xwe hiştin û reviyan. Me digotin; ji ber ku Sirîn nuqteyeke girîng e wê li ber xwe bidin. Hemû amadekariyên me di vî warî de bûn, lê belê me ji reva wan dît ku ne weke behsa wan tê kirin e. Şikestin û ji hev ketina DAIŞ'ê ya ji Kobanê destpê kir dewam dike."
'SIRÎN NAVENDA GIRÎNG A ÇETEYAN BÛ'
Kobanê da zanîn ku wan niha ev qadên girîng dibînin paqij kirine û xistine bin kontrola xwe û got, "Sirîn yek ji navendên girîng ên çeteyan bû. Hem ji aliyê lojîstîk hem jî ji aliyê veguhastina hêzên ji Reqayê Sirîn navendeke çeteyan bû. Ji aliyê siyasî ve jî yek ji navendên çeteyan bû. Bi rizgarkirina vê navendê re me derbeke din a mezin li çeteyan xistin. Ji vê saetê û şûn ve çeteyên DAIŞ'ê êdî nema dikarin xwe li ber şervanên YPG/YPJ'ê rabigirin."
'TOLHILDANA PIRSÛSÊ'
Kobanê bibîr xist ku pêngav weke pêngava hilanîna tola komkujiya li Kobanê hatiye destpêkirin û got, "Di awiya pêngavê de, ji bo dilsozî û bersiva li bîranîna ciwanên li Pirsûsê hatin qetilkirin, me wateyeke girîngtir dan vê pêngava xwe. Ev serketina bi vê pêngavê re hatiye bidestxistin, hilanîna tola ciwanên li Pirsûsê hatine qetilkirin, dilsoziya bi bîranîna wan re ye."
'BILA DILÊ GELÊ ME REHET BE; EM Ê HESABÊ YÊN HATINE KIRIN BIPIRSIN'
Kobanê bal kişand ser rola YPJ'ê ya di pêngava Sirînê de û got, "Weke YPJ me di pêngavê de roleke mezin lîstin. Hilanîna tola hevalên me yên jin ên li Pirsûsê hatin qetikirin, di vê pêngavê de ji bo me bû motîvasyoneke girîng. Di hemû operasyonan de me li refên herî pêş cih girtin. Niha jî di çeperan de em bi wezîfeyên girîng radibin."
Kobanê da xuyakirin ku operasyon wê dewam bikin û got, "Bila dilê gelê me rehet be. Em ê hesabê êrîş û komkujiyên bi serê gelê me de hatine kirin bipirsin û heta dawiyê ewlekariya gelên xwe bikin."