Operasyonên qirkirina siyasî berdewam dikin
Bomberdûmana hikûmeta AKP’ê ya li ser Herêmên Parastina Medya ku dewam dike, operasyonên binçavkirinê yên di çarçoveya qirkirina siyasî de têne berfirehkirin.

ELEZÎZ
Li Elezîzê di serdegirtinên hemwext ên li ser malan de 5 kes hatin binçavkirin. Hevserokê berê yê BDP’ê yê bajêr Tûran Çelîk, Hevserokê berê yê DBP’ê yê bajêr Abdûlbakî Acar, Sebahattîn Çelîk, Muzeyyen Bîlgîn û Îmam Demîrtaş hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku di dema serdegirtinê de polîsan kurê Acar darb kirine.
ERZIROM
Li Tekmanê tîmên taybet wesayîta du xwendekarên zanîngehê yên bi navê Resûl Încekan û Azad Karaagaç ên diçûn Erziromê sekinandin û her du xwendekar kirin binçavan. Hinceta binçavkirina her du xwendekaran nehat zanîn û her du xwendekar birin Midûriyeta Polîsan a Erziromê.
AGIRÎ
Li Agiriyê di serdegirtinên malan de rêveberê KURDÎ-DER’ê Resûl Han hat binçavkirin. Han ê hat binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Bajêr.
WAN
Li Wanê di serdegirtina malan de Rêveberê Bajêr a HDP’ê Herdem Acar hat binçavkirin. Hat diyarkirin ku Acar birine Midûriyeta Polîsan.
AMED
Li navçeya Farqîn a Amedê li taxên Bahçelîevler û Kaleyê di ji aliyê polîsên taybet ve di serdegirtina du malên cuda de Amed Yilmaz û O.A.(17) hatin binçavkirin. Her du kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan. Hat zanîn ku Yilmaz yek ji wan kesên ku di êrîşa bombeyî ya mitînga HDP’ê ya 5’ê Hezîranê de birîndar bûye.