HPG: Gerîlayên me bi çalakiyan bersivê didin êrîşan

HPG'ê diyar kir ku êrîşên artêşa Tirk ên li hemberî qadên gerîla dewam dikin û da zanîn ku gerîla jî bi çalakiyan bersivê didin êrîşan. Hat destnîşankirin ku di çalakiya ji bo bîranîna Şervan Varto de Fermandarê Garnîzona Milazgirê hatiye kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin ku êrîşên berfireh ên artêşa Tirk ên li hemberî qadên gerîla bê navber dewam dikin û diyar kir ku hêzên gerîla jî bi çalakiyên bi bandor bersivê didin. Hat ragihandin ku di çalakiya ji bo bîranîna endamê Konseya Fermandariyê ya HPG'ê Onder Aslan (Şervan Varto) de li Milazgirê Fermandarê Garnîzonê Arslan Kûlaksiz hatiye kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da zanîn ku êrîşên berfireh ên artêşa Tirk ên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin. HPG'ê ragihand ku êrîş li gelek qadên gerîla yên li Bakurê Kurdistanê jî dewam dikin û got, "Li dijî van êrîşên artêşa T.C bi taktîkên gerîla bersiv hatiye dayîn."

Di daxuyaniyê de li ser êrîşên artêşa Tirk ev agahî hat dayîn:

"27'ê Tîrmehê saet di navbera 12:00 - 13:00 de artêşa T.C a dagirker, ji qereqola Garê ya li ser sînorê herêma Xakurkê, bi obus û hawanan girên Çiyayê Gostê, GeliYê Evliya û Kurê mİzgeftê bomberdûman kiriye. Êrîşên bi obus û hawanan ên artêşa Tirk a dagirker a li dijî qadên me yên gerîla dewam kirine. Li gorî vê yekê;

27'ê Tîrmehê saet di 18:00 de ji qereqola Zivingê ya li qada Gabarê, ber bi qada Zipikê top hatine avêtin.

27'ê Tîrmehê saet di navbera 20:00 - 21:00 de ji qereqola girê Aruş a li ser xeta sînor a herêma Metîna ye, bi obus, hawan û çekên giran ên A-4 qadên Şehîd Agir û Şehîd Lezgîn hatine bombekirin.

27'ê Tîrmehê saet di navbera 19:00 - 20:00 de ji qereqola Serê Sevê ya li ser sînorê herêma Zapê ye, bi hawan û obusan qada Çiyayê Reş hatiye bombekirin."

LI COLEMÊRG Û ŞIRNEXÊ ÇALAKÎ

HPG'ê der barê çalakiyên gerîla de jî ev agahî da:

"27'ê Tîrmehê saet di 19:00 de li hemberî Tabûra Leşkerî ya li navenda navçeya Geverê û helîkopterên bi tîpa Skorsky ên li nava tabûrê, hêzên me yên gerîla bi hawanan çalakî lidar xistin. Bi awayekî serketÎ li van hedefan hatiye xistin, lê agahiyên zelal bi dest neketine.

27'ê Tîrmehê saet di 21:00 de li hemberî 3 mewziyên Tûgaya Çakirsogut a Şirnexê hêzên me yên gerîla çalakiyek pêk anîne. Di encama lêdana bi bandor a bi çekên ferdî û giran de li vir leşkerek hatiye kuştin, gelek leşker jî birîndar bûne. Piştî çalakiyê artêşa Tirk bi obus, hawan û helîkopterên bi tîpa Kobra derdor bombebaran kiriye."

'GERÎLAYÊN ME FERMANDARÊ GARNÎZONA MILAZGIRÊ HEDEF GIRTIN'

HPG'ê da xuyakirin ku ji bo bîranîna Şervan Varto yê jiyana xwe ji dest da Fermandarê Garnîzona Milazgirê hedef hatiye girtin û got, "27'ê Tîrmehê saet di 19:00 de li navçeya Mûş Milazgirê, gerîlayên me ji bo bîranîna hevalê Şehîd Şervan Varto, çalakiyek lidar xistin. Di vê çalakiyê de Fermandarê Garnîzonê serdarê bi navê Arslan Kûlaksiz hatiye kuştin. Di vê çalakiyê de malbata serdar hedef nehatiye girtin, ew bi xwe hedef hatiye girtin."

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî dewam kir:

"28'ê Tîrmehê saet di 01:00 de hêzên me yên gerîla, pira li ser rêya di navbera Mûş û navçeya Amed Pasûrê de, bi çalakiyeke sabotajê rûxandine.

Roja 25'ê Tîrmehê saet di 21:00 de rêya navbera navçeya Agirî Bazîdê û Îdirê ji aliyê gerîlayên me ve hatiye girtin. Li ser vê yekê artêşa Tirk bi maşîna zirxî mudaxle kiriye. Gerîlayên me yên zû bi destwerdana artêşa TC hesiyan, bi derbên bi bandor li van wesayîtan xistine. Di vê çalakiyê de maşîneke zirxî tevî yên tê de hatiye îmhakirin.

28'ê Tîrmehê saet di navbera 04:00 - 05:00 de li herêma Heftanînê û xeta sînor, balafirên şer ên artêşa T.C a dagirker geriyane.

Di 27'ê Tîrmehê saet di navbera 09:00 - 10:00, 14:30 - 16:00 û 28'ê Tîrmehê saet di navbera  00:00 - 04:00 de li ser herêma Zapê artêşa T.C a dagirker bi pêgerên hewayî yê bê mirov re keşif kiriye. Tevgera keşfêya li qadên me yên gerîla her zêde dibin. Li gorî vê yekê;

27'ê Tîrmehê saet di navbera 13:00 - 15:00 û 18:00 - 19:00 de li qada Şehîd Xebat a navçeya Dêrsim Pilemûriyê û qada Kizilagaç a Çewlikê, heman rojê saet di navbera 20:00 - 00:00 de li qadên Girê Golê, Şehîd Remzî û Newala Cehenemê yên Tendurek a Agiriyê, ji saet 21:00 ê 27'ê Tîrmehê heta saet 06:00 ê 28'ê Tîrmehê li ser qada Geliyê Zîlan artêşa Tirk bi balafir û pêgerên hewayî yên bê mirov re keşif kiriye.

27'ê Tîrmehê piştî nîvro artêşa T.C a dagirker, leşker veguhastiye qereqola Basanî ya Bagêrgan a navçeya Geverê. Her wiha saet di 18:00 ê heman rojê de bi helîkopterên bi tîpa Skorsky ber bi qada Gundikê Şêxê yê Gabarê ve leşker hatine veguhastin.

27'ê Tîrmehê saet di navbera 21:00 - 22:00 de balafirên şer ên artêşa T.C a dagirker, madeyên şewatê avêtiye qadên Apê Mûsa, Şehîd Serxwebûn û Şehîd Serhat ên Amedê."