KCD: Divê cenazeyên me tavilê teslîmî me bên kirin!

KCD'ê nerazîbûn nîşan da ku li ser sînor cenaze nayên teslîmkirin û got, "Em bang li AKP'ê dikin ku ji bo cenazeyên me teslîmî malbatan bike, tavilê bikeve nava hewldanan."

KCD'ê nerazîbûn nîşan da ku li ser sînor cenaze nayên teslîmkirin û got, "Em bang li AKP'ê dikin ku ji bo cenazeyên me teslîmî malbatan bike, tavilê bikeve nava hewldanan."

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) der barê astengiya derbaskirina cenazeyan ji deriyê sînor de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku AKP a nikare xwe li vîna ji sindoqan derketiye rabigire, heman piştî hilbijartinê welatê xistiye nava rewşeke hilbijartina pêşwest, welat ber bi bê îstiqararî û kaoseke mezin ve biriye.

'DEST JI POLÎTÎKAYÊN DERVEYÎ MIROVAHIYÊ BERDIN; CENAZEYAN TESLÎM BIKIN'

Di dewama daxuyaniyê de bal hat kişand ser biryara Desteya Wezîran a ku dibêje, 'wê cenazeyên mirovên di êrîşên DAIŞ'ê û bomberdûmanê de jiyana xwe ji dest dane teslîmî malbatan neyê kirin' û hat destnîşankirni ku ev biryar nîşan dide bê şerê qirêj wê di kîjan astê de bê meşandin. 

KCD'ê ragihand ku ev yek sûcê li dijî mirovahiyê ye û got,"Em bang li AKP'ê, hemû rayedarên dewlet û hikûmetê dikin ku tavilê dest ji vê polîstîkaya xwe ya li derveyî mirovahiyê berde, ji bo teslîmkirina cenazeyên me, tavilê bikeve nava hewldanan."

BANGA LI GEL

KCD'ê ev bang li gel kir: "Gelê me çawa ku di demên bihurî de polîtîkayên şerê topyekûn pûç kir, xwedî wê hêzê ye ku îro jî van polîtîka û pêkanînên qirêj pûç bike. Em bang li tevahiya gelê xwe û hêzên demokrasiyê dikin ku li hemberî van polîtîkayên bê pîvan, bê wijdan û qirêj, bi seferberiya têkoşînê re xwedî li cenazeyên xwe derkevin."