Dayikên Aştiyê nerazîbûneke tund nîşanî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên li dijî gerîla dan û ji bo meşa 1'ê Tebaxê ya ji Amedê ber bi Gemlîkê, banga beşdariyê kirin. Dayikan gotin aştî bi azadiya Ocalan dibe.
Meclîsa Dayîkên Aştiyê der barê meşa TUHAD-FED'ê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk bê daxuyanî da çapemeniyê. Dayika Aştiyê Havva Kiran diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 16 sal in di bin tecrîdê de tê girtin û bal kişand ser têkoşîna Ocalan a ji bo yekîtî û aştiya cîhanê.
Kiran anî ziman ku heya Ocalan azad nebe ti wateya muzakereyan tine ye. Kiran da zanîn ku divê Ocalan jî weke serokên din ji bo gelê xwe siyasetê bike divê azad be û wiha got: "Ji bo Serokê me di nava gel de siyasetê bike divê hemû kes tevlî meşa wê di 1'ê Tebaxê de pêk bê bibin. Em jî weke dayikên aştiyê azadiya wî û aştiyê dixwazin. Em naxwazin li ser vê axê xwîn birêjê. Ji ber vê yekê em ê jî tevlî vê meşê bibin."
Kiran bal kişand ser êrîşên hewayî û operasyonên binçavkirinê û wiha axivî: "Ligel van dibêjin qaşo 'têkoşîna demokrasiyê' didin. Ev demokrasiyekî çawa ye? Em êrîşên dewletê şermezar dikin. Eger hûn behsa demokrasiyê dikin destê xwe dirêjî kurdan bikin."
Kiran da zanîn ku divê Mesût Barzanî nebe maşika destê dewleta Tirk û wiha bang li Barzanî kir: "Li ser axa te zarokên gelê Kurd tên kuştin. Eger tu destûrê nede vê yekê nikarin bikin. Em vê yekê şermezar dikin."
Dayika Aştiyê Cahîde Akan û Seher Gorenç jî bi kurtasî axivîn û gotin divê demildest parêzer, malbat û heyet biçin Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinê bikin.