Fermandariya Akademiya Huseyîn Demîrcîoglû ya MLKP'ê da xuyakirin ku êrîşên hewayî tê wateya destpêkirina pêvajoyeke nû û li dijî desthilatdariya Erdogan û faşîzma mêtînger banga xurtkirina berxwedanê kir. Fermandariyê got, "Em ê hesabê komkujî û êrîşên desthilatdariya AKP'ê ya faşîst û serçete Erdogan, yek bi yek bipirsin. Ti komkujî û êrîşên faşîst wê bê bersiv nemînin."
Fermandariya Akademiya Huseyîn Demîrcîoglû ya Partiya Komunîst a Marksîst Lenînîst (MLKP) diyar kir ku bombebarana Herêmên Parastinê yên Medyayê tê wateya destpêkirina pêvajoyeke nû û li dijî desthilatdariya Erdogan û faşîzma mêtînger banga xurtkirina berxwedanê kir
Di daxuyaniyê de êrîşên hewayî yên 24'ê Tîrmehê li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê destpê kirin hat bibîr xistin û hat gotin, "Desthilatdariya faşîst a Erdogan, li derve û hundir êrîşî gerîla dike û mîna girtinên KCK yên piştî hilbijartinên 2011'an, dest bi êrîşeke nû ya qirkirina siyasî kir. Bi rêbaza dema darbeyê 600 şoreşger, welatparêz û pêşverû hatin binçavkirin. Ev pêlan binçavkirinê dewam dike."
'EM Ê YEK BI YEK HESABÊ ÊRÎŞAN BIPIRSIN'
Fermandariya Akademiya MLKP'ê diyar kir ku Erdogan û AKP têkçûna hilbijartinê weke destpêka bidawîbûna desthilatdariya xwe dibînin û got, "Ev pêvajoya ku gihaşt asta êrîşên hewayî, gav bi gav afirandin. Bi derxistina aloziyê di nava gel de, bi rêya çeteyên DAIŞ'ê re komkujiyên nû kirin. Ji ber vê yekê bi hêsanî agirbesta yekalî ya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK'ê ve hat meşandin, têk bir. Li dû komkujiyên li Edene, Mersîn û Amedê, piştî komkujiya li Pirsûsê li hemberî ciwanên komunîst, herêmên me yên parastina medyayê bombebaran kir. Ev yek nîşaneya vê ye.
Em ê hesabê komkujî û êrîşên desthilatdariya AKP'ê ya faşîst û serçete Erdogan, yek bi yek bipirsin. Ti komkujî û êrîşên faşîst wê bê bersiv nemînin. Êdî gelê me yê Kurd û gerîla bi tenê nîne. Yekîtiya têkoşînê ya gelên me li kolan û çiyayan berfireh dibin û di xeta hesabpirsînê de bi pêş ve diçe. Tirsa wan ji ber vê ye! Têkçûna wan a di hilbijartinê re ev tirsa wan mezintir kiriye."
Fermandariyê got, "Em ê şehîdên xwe yên li Pirsûsê, keda yek ji fermandarên PKK'ê hevrê Şervan ku di bicihbûna me ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê de kedeke mezin da ti carî ji bîr nekin hesabê hemû şehîdên xwe yên şoreşê bipirsin û ber bi serketinê ve bimeşin."