KCK: Pêwîst e gelê me xwedî li şehîdan derkeve - HAT NÛKIRIN

KCK: Pêwîst e gelê me yekser li dijî nêzîkatiya dewleta Tirk a li hember cenazeyan, helwesta xwe nîşan bide. Di serî de gelê me yê Botanê tevayî gelê me divê rabe ser piyan û xwedî li şehîdan derkeve.

Têkildarî cenazeyên şervanên YPG û YPJ’ê yên li Rojava jiyana xwe ji dest dane, ku derbaskirina wan a Bakurê Kurdistanê tê astengkirin Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniyek weşand got: “Pêwîst e gelê me yekser li dijî nêzîkatiya dewleta Tirk a li cenazeyan helwesta xwe nîşan bide. Di serî de gelê me yê Botanê tevayî gelê me divê rabe ser piyan û xwedî li şehîdan derkeve. Divê zilma li cenazeyên şehîdan tên kirin qebûl nekin.”

Têkildarî cenazeyên şervanên YPG û YPJ’ê yên li Rojava jiyana xwe ji dest dane, ku derbaskirina wan a Bakurê Kurdistanê tê astengkirin Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaiyek weşand wiha got: “Hatiye xwestin ku cenazeyên şervanên YPG û YPJ’ê yê berî niha bi çend rojan li Rojava şehîd ketin, li ser Sêmalka re derbasî Başûrê Kurdistanê bikin û ji vir jî bişînin Bakurê Kurdistanê. Cenazeyên destpêkê li Başûrê Kurdistanê hatin astengkirin, paşê di encama nerazîbûna gelê Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê, dîsa raya giştî ya Kurd cenaze derbasî Başûrê Kurdistanê hatin kirin, anîn Deriyê Sînor ê Xelîl Îbrahîm. Lê belê dewleta Tirk hê jî 12 şehîdan li deriyê Xelîl Îbrahîm disekinîne û derbaskirina wan a Bakurê Kurdistanê asteng dike. Hikûmeta Tayyîp Erdogan berê şerê topyekûn ê daye destpêkirin daye goristan û cenazeyan jî. Dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê êrîşî goristanan dike, derbaskirina cenazeyên gerîayan û radestkirina cenazeyan ji bo malbatan asteng kiriye.

Pêwîst e gelê me yekser li dijî nêzîkatiya dewleta Tirk a li hember cenazeyan helwesta xwe nîşan bide. Di serî de gelê me yê Botanê tevayî gelê me divê rabe ser piyan û xwedî li şehîdan derkeve. Divê zilma li cenazeyên şehîdan tên kirin qebûl nekin. Pêwîst e gelê me li Botanê ber bi Deriyê Sînor ê Xabûrê ve bimeşe, li deverên din ê Kurdistanê jî ji bo xwedîderketina li cenazeyan rabe ser piyan. Dewleta Tirk a qetlîamkera çandî ti rêz û hurmetê ji nirxên exlaqî û çandî re nake dixwaze gelê me bîne asta ku nikaribe xwedî li cenazeyên xwe derkeve û îradeya gelê me bişkîne.

Çeteya Tayyîp Erdogan şerê şkandina îradeyê ya li hember gelê me aniye vê asta qirêj û kirêt. Di vê çarçoveyê de pêwîst e gelê me tavilê rabe ser piyan, nîşan bide ku wê li hember vê polîtîkaya qirêj a ekîba Tayyîp Erdogan serî netewîne. Xwedîderketina li şehîdên me, xwedîderketina li welatê me, gelê me, hebûna me, azadiya me, jiyana me ya demokratîk û pêşeroja me ye. Li ser vî esasî divê gelê me rabe ser piyan nîşanî dost û dijminan bike ku wê xwedî li şehîdên me derkeve.”