KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Fermandarê Garnîzona Melazgir Kulaksiz mir
Li navçeya Melazgir a Mûşê Fermandarê Garnîzona Navçeyê Arslan Kulaksiz ê rastî êrîşa çekdarî hat, li nexweşxaneyê mir. -
Li hember xeta gaza xwezayî êrîş
Li navçeya Bazid a Agirî li devera Halaç li hember xeta gaza xwezayî êrîş pêk hat. -
Polîsan li Amedê êrîşî welatiyan kirin
Welatiyên Amedê bi armanca operasyonên leşkerî, siyasî û qirkirina çandî şermezar bikin, di saetên êvarî de li malên xwe dest bi çalakiya lihevxistina kevçî û beroşan kirin. Polîsan jî bi bombeyên gazê êrîşî derdorê kirin. -
Balafirên şer li Licê madeyên şewatê berdidin
Hat diyarkirin balafirên şer ên artêşa Tirk li derdora Şehîdgeha Şehîd Amed, gundên Sîsê, Xosor û Spênî madeyan şewatê berdidin. -
Li hember Fermandarê Garnîzona Melazgir êrîşa çekdarî
Li hember Fermandarê Garnîzona Navçeya Melazgir a Mûşê Arslan Kulaksiz êrîşeke çekdarî pêk hat. Di encama êrîşê de Kulaksiz ê bi giranî birîndar bû. -
Li gor rapora otopsiyê Dede hatiye înfazkirin
Hat diyarkirin ku Seyîthan Dede yê duh bi şev li Nisêbînê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin di encama ku du gule li aliyê çep ê qirika wî ketiye jiyana xwe ji dest daye. -
Li Amedê tevgera hewayî
Li Amedê tevgera hewayî careke din destpê kir. -
Xebatkarê Navenda Giştî ya HDP’ê hat binçavkirin
Xebatkarê Navenda Giştî ya HDP’ê Senar Abî yê diçû navçeya Tozan a Îdir hat binçavkirin. -
‘Em di bin bombeyan de parçe jî bibin terka zozanan nakin’
Duh bi şev bi sedan kes di bin êrîşa hewayî de li Zozana Meydanbelekê asê man û şev di bin bombebaranê de derbas kirin. -
HDP’ê li hember êrîşên bombeyî banga hişyariyê li gel kir
Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Wanê M. Veysî Dîlekçî, di daxuyaniya piştî li Wanê plana êrîşa li hember HDP’ê deşîfre bû da, banga hişyariyê li gel kir -
Polîsan li Nisêbînê êrîşî girseyê kirin
Bi hezaran kesên ji bo Seyîthan Dede yê ji aliyê polîsan ve di çalakiya şermezarkirina operasyonên qirkirina siyasî û hewayî de hat qetilkirin dest bi meşê kir, rastî êrîşa polîsan a bombeyên gazê û ava şid hatin. -
Êrîşên dewleta Tirk û PDK li Rojava hatin şermezarkirin
Li Dirbêsiyê, Girkê Legê, Efrîn û Til Temirê yê Rojavayê Kurdistanê êrîşên artêşa Tirk li hember Herêmên Parastinê yên Medya, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û helwesta PDK’ê ya der barê mijarê de hat şermezarkirin. -
1’ê Tebaxê bi sedan kes ji bo azadiya Ocalan wê bimeşin Gemlîkê -HAT NÛKIRIN
Starta meşa ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat dayîn. TUHAD-FED'ê diyar kir ku ew ê 1'ê Tebaxê bi dirûşma, "Bi sedhezaran em ji bo azadiya Rêbertî dimeşîn" ji Amedê ber bi Gemlîkê ve bimeşin. -
Gerîlayê di bomberdûmana hewayî de birîndar bû jiyana xwe ji dest da
Gerîlayê HPG’ê Cûma Tûnç (Baz Bahtiyar) ê di êrîşa hewayî de birîndar bibû jiyana xwe ji dest da. -
Hêzên YPG/YPJ'ê li Hesekê ber bi herêma Panorama ve bi pêş dikevin
Hêzên YPG/YPJ'ê ji herêma Vîlatê Sor ê li başûrrojhilatê Hesekê heta gundê Fellahê qadeke berfireh ji çeteyan paqij kirin. YPG ber bi herêma Panorama ya stratejîk ve bi pêş dikeve. -
Artêşa Tirk Zormixar bombe kir
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê got, "Artêşa Tirk duh bi şev saet di 22:00 de, li hemberî çeperên hêzên me û şervanên artêşa azad ên li gundê Zormixar ê li rojavayê Kobanê ye, êrîş kiriye." -
YPG: Pêngava Tolhildana Şehîdên Kobanê bi serketineke mezin qediya
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê diyar kir ku Pêngava Tolhildana Şehîdên Kobanê ya ji aliyê hêzên YPG/YPJ'ê ve li başûrê Kobanê hat destpêkirin, bi serketineke mezin bi encam bûye. -
Dewleta Tirk zozanên Colemêrgê vala dike
Waliyê Colemêrgê Yakup Canbolat û Qeymeqamê Geverê Îbrahîm Çenet bi giştînameyekê biryara valakirina zozanan dan. -
Destûr ji derbaskirina cenazeyên 13 şervanan re nayê dayîn
Li pêşiya derbaskirina 13 cenazeyên gerîlayên HPG, şervanên YPG û YPJ'ê yên di şerê li dijî DAIŞ'ê de li Şengal û Kobanê jiyana xwe ji dest dan, vê carê jî rayedarên Tirk bûn asteng û nahêlin cenaze derbasî Bakurê Kurdistanê bên kirin. -
HPG: Êrîşên hewayî û topbarana artêşa Tirk didome
Êrîşên hewayî, keşf û topbarana artêşa Tirk a li hember herêmên gerîla zêde dibe. -
KNK'ê azadkirina Sirînê pîroz kir
Konseya Rêveber a KNK'ê azadkirina bajarokê Sirînê yê li başûrê Kobanê pîroz kir û êrîşa artêşa Tirk a li hemberî çeperên YPG/YPJ'ê û artêşa azad a Sûriyeyê şermezar kir. -
Gerîla bi çalakiyan bersivê dide tevgera leşkerî
Li hemberî tevgaer leşkerî û operasyonên artêşa Tirk ên li Bakurê Kurdistanê, gerîla çalakiyan lidar dixin û bersivê didin êrîşan. -
Balafirên şer careke din rabûn
Li Amedê gelek balafirên şer rabûn. -
Ji bo Şervan Varto li Herêmên Parastinê yên Medya merasîm
Ji bo endamê Konseya Komuta ya HPG’ê Onder Aslan (Şervan Varto) yê di bomberdûmana artêşa Tirk a li hember Herêmên Parastinê yên Medya de jiyana xwe ji dest da merasîmek hat lidarxistin. -
Tecrîda li ser Ocalan li Fransayê hat protestokirin
Kurdistaniyên li bajarê Nantes ê li rojavayê Fransayê dijîn, bi vekirina standê re tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin.