Polîsan li Amedê êrîşî welatiyan kirin

Welatiyên Amedê bi armanca operasyonên leşkerî, siyasî û qirkirina çandî şermezar bikin, di saetên êvarî de li malên xwe dest bi çalakiya lihevxistina kevçî û beroşan kirin. Polîsan jî bi bombeyên gazê êrîşî derdorê kirin.

Welatiyên Amedê bi armanca  operasyonên leşkerî, siyasî û qirkirina çandî şermezar bikin, di saetên êvarî de li malên xwe dest bi çalakiya lihevxistina kevçî û beroşan kirin. Polîsan jî bi bombeyên gazê êrîşî derdorê kir. Li hin kolanên Amedê bûyer pêk hatin.

Li Amedê welatiyan, li dijî operasyonên siyasî û leşkerî dest bi çalakiya kevçî û beroşan kirin. Li Taxa Huzurevlerî ya Peyasa Amedê û gelek taxên Amedê welatiyên Amedê bi armanca bomberdûmana hewayî û operasyonên leşkerî şermezar bikin, di şaneşîn û pencereyên malên xwe de dest bi lêdana kevçî ya beroşan kirin. Welatî kevçiyan li beroşan dixin û deng derdixin.

Piştî welatiyan dest bi çalakiyê kirin, polîsan jî li gelek kolan û kuçeyan bi bombeyên gazê êrîşî derdorê kir. Li kolan û taxan bûyer didomin.