‘Em di bin bombeyan de parçe jî bibin terka zozanan nakin’
Duh bi şev bi sedan kes di bin êrîşa hewayî de li Zozana Meydanbelekê asê man û şev di bin bombebaranê de derbas kirin.
Duh bi şev bi sedan kes di bin êrîşa hewayî de li Zozana Meydanbelekê asê man û şev di bin bombebaranê de derbas kirin.
Duh bi şev bi sedan kes di bin êrîşa hewayî de li Zozana Meydanbelekê asê man û şev di bin bombebaranê de derbas kirin. Kesên li zozanan vê sibê bi destê xizmên xwe peyamek şandin û gotin: "Em di bin bombeyan de parî parî jî bibin em terka zozanên xwe nakin."
Li navçeya Gever a Colemêrgê duh bi şev ji ber êrîşâ hewayî yên balafirên şer ên arteşa Tirk, bi sedan kes li Zozana Meydanbelekê di bin bombeyan de şeva xwe derbas kirin. Di saetên sibehê de malbatên ku ji jiyana xizmên xwe bi fikar bûn, berê xwe dan zozanan. Malbatên ku gihiştin zozanan û dîtin rewşa xizmên wan başe carek din vegeriyan û ji zozanan peyamek bi wate jî anîn.
200 KES LI ZOZANAN BÛN
Di nav herêmên ku balafirên şer ên arteşa Tirk bombebaran kir de, hawîrdora bajaroka Xirvate ya navçeya Gever a Colemêrgê jî hebû û her kes ji ber vê yeke gelek bi fikar bûn. Ji ber ku gelek malbat ji bo sewalkariyê derketibûn Zozanên Meydanbelekê. Vê havînê tevî jin û zarokan derdora 200 kes, derketibûn zozanan û duh şev di bin bombeyan de derbas kirin.
Malbatên ku ji xizmên xwe ti agahî nedigirtin, di saetên sibehê de bere xwe dan zozanan ji bo ku xwe bigihînin xizmên xwe. Welatiyên derketin zozanan, ber bi nîvro vegeriyan û destnîşan kirin ku rewş û tenduristiya her kesî baş e. Welatî her wiha peyamek ji zozanan anîn û gotin kesên li zozanan ji wan re gotiye " Em di bin bombeyan de parî parî jî bibin em terka zozanên xwe nakin."