Balafirên şer li Licê madeyên şewatê berdidin

Hat diyarkirin balafirên şer ên artêşa Tirk li derdora Şehîdgeha Şehîd Amed, gundên Sîsê, Xosor û Spênî madeyan şewatê berdidin.

Hat diyarkirin balafirên şer ên artêşa Tirk li derdora Şehîdgeha Şehîd Amed, gundên Sîsê, Xosor û Spênî madeyan şewatê berdidin.

Hat ragihandin ku balafirên şer ên artêşa Tirk ên ji Balafirgeha Leşkerî ya Amedê rabûn, madeyên şewatê berdidin herêmên girêdayî navçeya Licê ya Amedê. Li gor agahiyên çavkaniyên herêmî balafirên şer ên artêşa Tirk li derdora Şehîdgeha Şehîd Amed, gundên Sîsê, Xosor û Spênî madeyan şewatê berdidin.

Li navçeyê ji ber êrîşa bi top û hewanan a leşkeran a berî niha bi du rojan bi sedan hektar qad bû xwelî.