Destûr ji derbaskirina cenazeyên 13 şervanan re nayê dayîn

Li pêşiya derbaskirina 13 cenazeyên gerîlayên HPG, şervanên YPG û YPJ'ê yên di şerê li dijî DAIŞ'ê de li Şengal û Kobanê jiyana xwe ji dest dan, vê carê jî rayedarên Tirk bûn asteng û nahêlin cenaze derbasî Bakurê Kurdistanê bên kirin.

Li pêşiya derbaskirina 13 cenazeyên gerîlayên HPG, şervanên YPG û YPJ'ê yên di şerê li dijî DAIŞ'ê de li Şengal û Kobanê jiyana xwe ji dest dan, vê carê jî rayedarên Tirk bûn asteng û nahêlin cenaze derbasî Bakurê Kurdistanê bên kirin. Sekna malbatan a li Silopiyê dewam dike.

Cenazeyên 13 gerîlayên HPG'ê û şervanên YPG/YPJ'ê yên di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de li Şengal û Kobanê jiyana xwe ji dest dan, duh li ber Deriyê Sînor ê Sêmalka hatibûn sekinandin û rayedarên PDK'ê nehiştibûn cenaze bên derbaskirin. Li ser hewldana malbatan cenaze anîn Deriyê Sînor ê Brahîm Xelîl, lê vê carê ji aliyê rayedarên Tirk ve astengî hat derxistin. Rayedar destûrê nadin cenaze ji Deriyê Sînor ê Xabûrê bê derbaskirin.

Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu da xuyakirin ku di encama hewldanên wan ên li Rêveberiya Başûrê Kurdistanê de wan cenaze ji Sêmalka gihandine Deriyê Sînor ê Brahîm Xelîl, lê belê vê carê tevî hemû hevdîtinan jî rayedarên Tirk destûrê nadin cenaze werin derbaskirin.

Li aliyê din, malbatên 13 gerîla û şervanên YPG/YPJ'ê li avahiya DBP'ê ya Silopiyê li benda wergirtina cenazeyên zarokên xwe disekinin.