Hêzên YPG/YPJ'ê li Hesekê ber bi herêma Panorama ve bi pêş dikevin
Hêzên YPG/YPJ'ê ji herêma Vîlatê Sor ê li başûrrojhilatê Hesekê heta gundê Fellahê qadeke berfireh ji çeteyan paqij kirin. YPG ber bi herêma Panorama ya stratejîk ve bi pêş dikeve.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê diyar kir ku operasyonên li hemberî çeteyên dixwazin navenda bajarê Hesekê dagir bikin, dewam dikin.
Navendê diyar kir ku hêzên YPG/YPJ'ê yên duh taxa Neşwê bi temamî rizgarkirin, pişt nîvro li başûrê Hesekê operasyonek nû dane destpêkirin û got, "Hêzên me, ji Mahateya Kehrebe ya başûrê Hesekê, ber bi herêma Panoramayê serê başûr ê bajêr ve bi pêş dikevin. Li vê herêmê di navbera çeteyan û hêzên me de şerekî dijwar rû da.
Hêzên me nîvê şevê ji qada Vîlatê Sor a başûrrojhilatê Hesekê ber bi gundê Fellah ve bi re ketin. Piştî şerê dijwar hêzên me ev herême ji destê çeteyan rizgarkirin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan li van herêman nehatine zelalkirin.
Di şerê 24 saetên dawî de li van herêman de 4 hevrêyên me yên ku bi azm û xwestekeke mezin têdikoşiyan, bi lehengî şer kirin û gihîştin şehadetê.
Xebatê hêzên me ya di taxa Neşwê jî berdewam dike. Hêzên me di encama van xebatan de hejmarek zêde çek û cebilxaneyê çeteyan bi dest xistin."
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê der barê çek û cebilxaneyên hatine bidestxistin de jî ev agahî da:
"5 doçkayên 12,5mm, 1 lûleya doçka 12,5mm, 2.000 fîşekên doçka 12,5mm, 7 zîncîrên doçka 12,5mm, 1 doçkaya 14,5mm, 15 zincîrên doçka 14,5 û 5 qutî fîşekên wê, 780 fîşekên doçka 23,5mm, 2 fuze, 90 kleş, 155 şerjorên kleşê, 38.000 fîşekên kleş, 12 BKC, 5 lûleyên BKC, 5.000 lib û 60 qutî fîşekên BKC, 11 roketavêja B7, 91 guleyên roketavêja B7, 2 M16, 1 Karnas, 2 UZÎ, 4 debence, 1 hawana 60mm, 21 guleyên hawan, 20 guleyên SPG-9 û 40 heşweyên wê, 32 çekên bi pompe û 300 fîşekên wê, 36 bombeyên destan, 37 fitîlê bombe, 10 dûrbîn, 8 bêtel, 19 telefon, 1 wênekeş, 10 bombeyên gazê, 1 maskeya gazê, 1 guleyê tank, 2 elekên ji pola, 10 maşîneyên leşkerî, 1 motorsîklet û hejmarek zêde amûrên leşkerî."