Gerîla bi çalakiyan bersivê dide tevgera leşkerî

Li hemberî tevgaer leşkerî û operasyonên artêşa Tirk ên li Bakurê Kurdistanê, gerîla çalakiyan lidar dixin û bersivê didin êrîşan.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin ku li Bakurê Kurdistanê li dijî tevgera leşkerî û operasyonên artêşa Tirk, hêzên gerîla bi çalakiyên bi bandor bersivê didin.

HPG'ê li ser tevgear leşkerî ya artêşa Tirk û çalakiyên bersivdayînê yên gerîla de ev agahî da:

"Di êvara 25'ê Tîrmehê saet di 23:00 de li qada di navbera gundên Fîs û Celkê yên navçeya Amed Liceyê li cihê ku gerîlayên me Şehîd Rjohat û Şehîd Navdar berê lê şehîd ketibûn, li hemberî leşkerên artêşa TC ên derketibûn operasyonê, gerîlayên me çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Windahiyên artêşa Tirk ên di vê çalakiyê de nehat zelalkirin. Artêşa Tirk bi qasî 2 saetan bi tank, obus, hawan û çekên giran ên A-4 re herêm bomberdûman kir. Ji ber van êrîşên artêşa Tirk bi hezaran donim erdê li herêmê, zeviyên gundiyan û malên li derdorê şewitîne. Şewata li herêmê hînê dewam dike.

Ji roja 24'ê Tîrmehê û pê ve li ser qadên Şehîd Remzî, Şehîd Kendal, Şehîd Serxwebûn û Şehîd Serhat ên eyaleta me ya Amedê, pêgerên hewayî yên bê mirov ê keşfê geriyan. Ev tevgera keşfê hînê dewam dike.

Di 26'ê Tîrmehê saet di 00:00 de li hemberî polîsên li Nîzamiyeya TEM a li navenda navçeya Bedlîs Tetwanê, gerîlayên me çalakiyek pêk anîn. Gerîlayên me ku bi çekên fermî û B-7 lê dan, Nîzamiye bi temamî ji holê rakirin. Li vê derê bi zelalî 3 polîs hatine kuştin. Ev çalakî ji aliyê Tîma Tolhildanê ya Şehîd Bawer ve hatiye lidarxistin.

Di 26'ê Tîrmehê de ji aliyê Fermandariya me ya Eyaleta Serhedê ve li hemberî polîsên ewlekariya avahiya hikûmetê ya li navçeya Wan Erdîşê dikirin, gerîlayên me çalakiyek lidar xistin. Di encama derbên bi bandor de polîsek hat kuştin, polîsek jî birîndar bû.

Di rojên 25-26'ê Tîrmehê de li ser rêyên di navbera Çorova û Mela Osman ên navçeya Erzîrom Qereyaziyê artêşa T.C kemînan datîne. Artêşa T.C di heman demê de li gundê Girê Sor û derdora wê yê Qereyaziyê, dest bi keşfê kir.

Di 25'ê Tîrmehê saet di 21:30 de li hemberî qereqola sînor a li navçeya Mêrdîn Nisêbînê gerîlayên me çalakiyek pêk anîn. Li vir 5 leşker birîndar bûne.

Di heman rojê de li derdora avahiya hikûmetê ya li navenda Nisêbînê, gerîlayên me bi B-7 û çekên giran li maşîneke leşkerî ya zirxî ya bi tîpa akrep xistin. Li gorî agahiyên hatin wergirtin, di vê çalakiyê de 2 leşkerên di vê wesayîtê de mirine.

Di êvara 26'ê Tîrmehê saet di 22:30 de li dijî şaxê trafîkê yê li navenda Nisêbînê gerîlayên me çalakiyek pêk anîn. Di lêdana bi bandor a bi çekên BKC, B-7 û çekên ferdî de 3 wezîfedarên ewlekariyê birîndar bûne.

Di 26'ê Tîrmehê saet di navbera 11:30 - 12:00 de li ser qada Akbaran a ser bi navçeya Dêrsim Xozadê, helîkopterên bi tîpa Kobra geriyan.

Di heman rojê de qereqola Amûtka bi çekên giran gule li derdorê reşandiye. Şewata li herêmê ji ber vê gulereşandinê derket, hînê dewam dike."