Saziyên Civaka Sivîl ên bajarên Dirbêsiyê û Girkê Legê û Desteya Malbatên Şehîdan a Kantona Efrînê û Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Til Temirê êrîşên artêşa Tirk li dijî herêmên Parastina Medyayê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û helwesta PDK’ê ya der barê mijarê de şermezar kirin.
EFRÎN
Desteya Malbatên Şehîdan a Kantona Efrînê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk bi hevkariya PDK li hember Herêmên Parastinê yên Medya bi tundî şermezar kir. Her wiha helwesta PDK’ê li hember cenazeyên têkoşeran li deriyê sînorê Sêmalka binpêkirina nirxên şehadetê û dûrî hemû pîvanên exlaqî bi nav kir.
Di dawiya daxuyaniyê de berxwedana Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Dêrikê di deriyê sînorê Sêmalka de ji bo derbaskirina cenazeyên têkoşeran silav kir.
TIL TEMIR
Der barê heman mijarê de Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Til Temirê ya Kantona Cizîrê daxuyaniyek da. Daxuyanî li pêşiya navenda Saziyê hate xwendin.
Di daxuyaniyê de kiryarên hikûmeta AKP’ê li dijî gelê Kurd û hilweşandina pêvajoya aştiyê ji aliyê AKP’ê ve bi tundî hate şermezarkirin.
Her wiha hate gotin ku komkujiyên AKP’ê û çeteyên DAIŞ’ê li bajarên Kobanê û Pirsûsê dijminahiya AKP’ê bi gelê Kurd re aşkera kir û êrîşên artêşa Tirk li dijî herêmên parastina Medyayê nîşana vê yekê ye.
Di dawiya daxuyaniyê de bang li tevahî gelê Kurd hate kirin ku têkoşîna xwe li dijî dijminên gelê Kurd bilind bikin û hate destnîşankirin ku êdî gelê Kurd nikare rûreşiya PDK’ê û bi taybet malbata Barzanî veşêre ku gelek caran beşdarî planên li dijî gelê Kurd bûne. Daxuyaniya Dawûtoglu vê yekê piştrast dike û daxuyanî wiha bi dawî bû: “Em helwesta PDK’ê bi tundî şermezar dikin û em bang li gelê Kurd dikin ku helwesta xwe li hemberî kiryarên ne netewî yên PDK’ê zelal bike.”
DIRBÊSIYÊ
Li bajarê Dirbêsiyê jî Peymangeha Cûdî ya Zimanê Kurdî der barê heman mijarê de daxuyaniyeke nivîskî da. Daxuyanî li pêşiya peymangehê hate xwendin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo azadî û jiyana hevbeş a gelên herêmê di bin sîwaneya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de têdikoşe û wiha hate gotin: “Em wekî rêveber, mamoste û şagirtên Peymangeha Cûdî ya Zimanê Kurdî êrîşên artêşa Tirk li hember Herêmên Parastinê yên Medya û tecrîda hikûmeta Tirkiyeyê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tundî şermezar dikin.”
Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû rêxistinên hiqûqî û mirovahî hate kirin ku li rex Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rawestin û ji bo rê li pêşiya hovîtiya hikûmeta AKP’ê were girtin zextê li hikûmeta Tirkiyeyê bikin.
Her wiha Saziya Malbatên Şehîdan, Yekîtiya Ciwanên Rojava û Saziya Civaka Sivîl der barê mijarê de daxuyaniyeke hevbeş dan. Daxuyanî li salona Zana a li gundê Xenamiyê ya girêdayî bajarê hate xwendin.
Di daxuyaniyê de hewldana hikûmeta AKP’ê bi kişandina gelê Kurd û Tirk ber bi şer û pevçûnan ve bi tundî hate şermezarkirin û hate gotin ku êrîş û komkujiyên AKP’ê li dijî gelê Kurd nîşana têkçûna siyaseta AKP’ê ye.
GIRKÊ LEGÊ
Di heman çarçoveyê de Şaxa Rêxistina Mafên Mirovan a bajarê Girkê Legê li pêşiya navenda xwe bi amadebûna dehan welatiyan çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de êrîşên artêşa Tirkiyeyê li hember Herêmên Parastinê yên Medya bi tundî hate şermezarkirin.
Her wiha di çalakiyê de daxuyaniyek hate xwendin. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Rêxistina Mafên Mirovan a Girkê Legê Hesen Ebdilrehman ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku kiryarên dewleta Tirk di vê dema dawî de dikevin çarçoveya sûcên şer li dijî mirovahiyê. Dewleta Tirk bi van êrîşên xwe tevahî herêmê ber bi xeteriyeke mezin ve dibe. Ev tevliheviya li herêmê derdikeve jî ji ber siyasetên şaş ên Erdogan û hikûmeta wî li dijî gelên herêmê ye.
Di daxuyaniyê de tecrîda hikûmeta Tirkiyeyê ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimeşîne bi tundî hate şermezarkirin. Her wiha di daxuyaniyê de ji Komkujiya Pirsûsê hikûmeta Tirkiyeyê berpirsyar hat dîtin.