Li gor rapora otopsiyê Dede hatiye înfazkirin

Hat diyarkirin ku Seyîthan Dede yê duh bi şev li Nisêbînê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin di encama ku du gule li aliyê çep ê qirika wî ketiye jiyana xwe ji dest daye.

Hat diyarkirin Seyîthan Dede yê duh bi şev li Nisêbînê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin di encama ku du gule li aliyê çep ê qirika wî ketiye jiyana xwe ji dest daye.

Li gor rapora otopsiyê ya Nexweşxaneya Perwerde û Lêgerînê ya Amedê Seyîthan Dede yê duh bi şev li Nisêbînê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin di encama ku du gule li aliyê çep ê qirika wî ketiye jiyana xwe ji dest daye.

Cenazeyê Seyîthan Dede yê duh bi şev li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê bi guleyên polîsan hat qetilkirin piştî karûbarên otopsiyê anîn morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêgerînê ya Amedê. Rêveberên MEYA-DER Şaxa Amedê cenazeyê Dede pêşwazî kir. Di rapora otopsiya Dede de wiha tê gotin:  "2 guleyên çekan lê ketine, ew di asta kuştinê de ne, di bedena Dede de gule nehatine dîtin, her wiha divê kincên wî jî bên lêkolînkirin."

Li gel vê hat diyarkirin ku malbata Dede ya li Geverê rûdine ji bo wergirtina cenazeyê zarokê tên Amedê.