KNK'ê azadkirina Sirînê pîroz kir

Konseya Rêveber a KNK'ê azadkirina bajarokê Sirînê yê li başûrê Kobanê pîroz kir û êrîşa artêşa Tirk a li hemberî çeperên YPG/YPJ'ê û artêşa azad a Sûriyeyê şermezar kir.

Konseya Rêveber a KNK'ê azadkirina bajarokê Sirînê yê li başûrê Kobanê pîroz kir û êrîşa artêşa Tirk a li hemberî çeperên YPG/YPJ'ê û artêşa azad a Sûriyeyê şermezar kir.

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser serketinên YPG/YPJ'ê yên li Rojavayê Kurdistanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de bi dest dixin û destnîşan kir ku bi rizgarkirina bajarokê Sirînê yê li başûrê Kobanê re derbeke mezin li DAIŞ'ê hatiye xistin.

KNK'ê bibîr xist ku operasyonên şervanên YPG/YPJ, hêzên Asûrî-Suryanî û hêzên Senadîd ên Ereb, li bajarê Hesekê jî, bi serketî dewam dikin û got, "Gelek tax û nuqteyên girîng ji çeteyan hatine paqijkirin. Li bajarê Hesekê çeteyên DAIŞ'ê bi temamî hatine dorpêçkirin û em bawer dikin ku wê bajar bi temamî, di demeke nêzîk de ji çeteyan bê paqijkirin. Di van serketinan da desteka hewayî ya Hêzên Koolasyona Navnetewî jî cihekî girîng digire."

ÊRÎŞA ARTEŞA TIRK A LI HEMBERÎ ÇEPERÊN YPG/YPJ'Ê Û ARTÊŞA AZAD HAT ŞERMEZARKIRIN

Konseya Rêveber a KNK'ê di dewama daxuyaniya xwe de bal kişand ser nerazîbûna dewleta Tirk a ji van serketinan û bibîr xist ku dewleta Tirk êrîşî çeperên YPG/YPJ û Artêşa Azad a Sûriyeyê dike. 

KNK'ê daxuyaniya YPG'ê ya li ser mijarê bibîr xist û diyar kir ku ji ber êrîşa li hemberî gundê Zormîxarê 4 şervanên artêşa azad û çend gundî birîndar bûne.

Tevî êrîşên li dijî çeperên YPG/YPJ'ê KNK'ê da zanîn ku artêşa Tirk li ser sînorê Kobanê li nuqteya Girê Til Şeîrê hêzên xwe kom dike û amadekariyên êrîşan dike.

KNK'ê destnîşan kir ku helwesta dewleta Tirk ji bo lawazkirina YPG/YPJ û hevkarên wan e û ev xal destnîşan kir: "Her kes dizane ku li hember DAIŞ'ê hêza herî berxwedêr hêza YPG/YPJ û hevkarên wan e. Ev rewş raste rast alîkirina DAIŞ'ê ye. Ev rewşeke xetere û divê pêşî lê bê girtin. 

Bi vê munasebetê, em êrîş û helwesta Dewleta Tirk şermezar dikin û dibêjin dev ji vê helwesta dijminatî berdin. Her wiha bang li Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê û raya giştî dikin ku li hember van êrîşên xeter ên dewleta Tirk bê deng nemînin.

Bi vê ve girêyî serketina li hember DAIŞ'ê ya hêzên YPG/YPJ û Artêşa Azad a Sûriyeyê û hevkarên wan bi taybetî azadkirina bajarokê Sirînê bi dil û can pîroz dikin û berdewamiya serketinên wan dixwazin."