Gerîlayê di bomberdûmana hewayî de birîndar bû jiyana xwe ji dest da

Gerîlayê HPG’ê Cûma Tûnç (Baz Bahtiyar) ê di êrîşa hewayî de birîndar bibû jiyana xwe ji dest da.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku gerîlayê wan Cûma Tûnç (Baz Bahtiyar) ê di êrîşa hewayî ya artêşa Tirk de birîndar bibû jiyana xwe ji dest daye.  HPG’ê Got: “Me diyar kiribû ku 27’ê Tîrmehê (îro) di navbera saet  12:00 - 13:00’an de girê Goste û Arê yên girêdayî herêma Xakurkê, 26’ê Tîrmehê saet di navbera 19:00 - 23:30’î de qadên Mêrgezerê, Lîse Teyra yên li herêma Zagros, girê Brûsk û Dem ên girêdayî qada Çarçela, saet 22:00'an keleha Ertûş a li ser xeta herêma Zapê û qadên Şehîd Denîz ê Tepê Zeytûna yên li ser xeta sînor a Zapê balafirên şer bomberdûmanek pêk anîne. Di bomberdûmanê de ji sê gerîlayên me yên birîndar bibûnhevalê me  Baz-Cûma  tevî hemû mudaxeleyan jî şehîd ketiye.”

HPG têkildarî gerîlayê jiyana xwe ji dest daye ev agahî da:

“Heval Baz ê berpirsyartiya şopandina rêya xizmên xwe yên şehîd hildigirt û ji Bakurê Kurdistanê tevlî nav refên têkoşînê bû di demeke kurt de pêş ket. Hevalê me baz lêhûrbûnên xwe yên li herêmên gerîla bi ruhê Apoyî yê demê re ku kir yek ji bo mîlîtantiyeke bi biryar kedeke mezin da. Em ê vê wezîfeya hevalê me Baz dewrî me kiriye bi layiq bînin cih û xwedî li têkoşîna wî derkevin.”

Nasnameya gerîlayê jiyana xwe ji dest daye wiha ye:

Cûma Tûnç ê bi nasnav Baz Bahtiyar li Wanê ji dayik bûye. 26’ê Tîrmeha 2015’an li Herêmên Parastinê yên Medya jiyana xwe ji dest da.

...