BI DÎMEN

Ji bo Şervan Varto li Herêmên Parastinê yên Medya merasîm

Ji bo endamê Konseya Komuta ya HPG’ê Onder Aslan (Şervan Varto) yê di bomberdûmana artêşa Tirk a li hember Herêmên Parastinê yên Medya de jiyana xwe ji dest da merasîmek hat lidarxistin.

Di merasîma cenaze de li gel malbata Aslan û endamê Konseya Komuta ya HPG’ê Bawer Dêrsim bi dehan gerîla amade bûn.

Bawer Dêrsim ê di merasîmê de axivî diyar kir ku wê artêşa Tirk û AKP di vî agirî de bişewitin û gerîla li hember van êrîşan wê yek gavê paşde neavêje. Bawer Dêrsim destnîşan kir ku wê gerîla Erdogan, artêşa Tirk û Davûtoglu bixe nav xofê û got: “Şehadeta heval Şervan fermana vê dide.”

Dêrsim diyar kir ku Şervan Varto di nav gerîla de pir dihat hezkirin û soza jiyandina têkoşîna Şervan Varto da. Dêrsim da xuyakirin ku wê hesabê wê ji AKP û Erdogan bipirsin û got: “Erdogan, Davûtoglu û artêşa Tirk wê careke din xwe bixapînın. Wê li hember dîrok û mirovatiyê bên mehkûmkirin.”

Piştî axaftinan cenazeyê Şervan Varto bi dirûşma, “Şehîd Namirin” ji Herêmên Parastinê yên Medya hatin oxirkirin.