Bi hezaran kesan ji bo Seyîthan Dede yê ji aliyê polîsan ve di çalakiya bi armanca şermezarkirina operasyonên qirkirina siyasî û hewayî de hat qetilkirin dest bi meşê kirin. Girseya li ser Îpek Yolê çalakiya rûniştinê li dar xist rastî êrîşa polîsan a bombeyên gazê û ava şid hat.
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê şevê din ciwanan bi armanca şermezarkirina operasyonên siyasî û hewayî çalakî li dar xistin û polîsan bi guleyan êrîş li çalakiyê kir û ciwanê bi navê Seyîthan Dede qetil kirin. Li navçeyê ji bo Dede meşeke girseyî hat lidarxistin. Bi hezaran kes li ber avahiya DBP'ê hatin cem hev û dest bi meşê kirin. Girseyê li cihê Dede lê hat qetilkirin daxuyanî da çapemeniyê û çareke din meşiyan. Girseyê li ser Îpek Yoluyê çalakiya rûniştinê li dar xist. Piştî demek şûnde polîsan bi bava şid û bombeyên gazê êrîş li girseyê kir û çalakî didome.