YPG: Pêngava Tolhildana Şehîdên Kobanê bi serketineke mezin qediya
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê diyar kir ku Pêngava Tolhildana Şehîdên Kobanê ya ji aliyê hêzên YPG/YPJ'ê ve li başûrê Kobanê hat destpêkirin, bi serketineke mezin bi encam bûye.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê diyar kir ku Pêngava Tolhildana Şehîdên Kobanê ya ji aliyê hêzên YPG/YPJ'ê ve li başûrê Kobanê hat destpêkirin, bi serketineke mezin bi encam bûye.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê diyar kir ku Pêngava Tolhildana Şehîdên Kobanê ya ji aliyê hêzên YPG/YPJ'ê ve li başûrê Kobanê hat destpêkirin, bi serketineke mezin bi encam bûye.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, ku operasyonên hêzên YPG/YPJ'ê yên li qadên başûrê Kobanê yên di bin dagirkeriya çeteyan de ne, dewam dikin û ev agahî da: "Hêzên me yên ku li ber çemê Firatê ji milên başûr û bakur ve bi pêş diketin, operasyonên xwe bi dawî kirin. Li vê herême gundek û çend gundikên biçûk hatin rizgarkirin. Komên çeteyan li vê herême dixwestin çek û cebilxaneyên xwe yên li bajarokê Sirînê ji ser çemê Firatê birevînin. Hêzên yên bi vê hesiyan êrîş birin li ser. Li vir qemyonetek tijî cebilxane û 2 maşîneyên din bi çeteyên tê de hatin rûxandin. Li vê herême bi qasî hatiye zelalkirin 17 çete hatine kuştin."
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin, ku piştî hêzên wan ên ber bi çemê Firatê ve gihîştin hev, operasyona rizgarkirina bajarokê Sirînê hatiye destpêkirin û got, "Operasyona duh piştî nîvro destpê kir bi awayekî lêz bi pêş ve çûye. Komên çeteyan ji bo peşî li hêzên me bigirin bi maşîneke teqemenî ve êrîş lidar xistin lê ev maşîne ji aliyê hêzên me ve ji dûr ve hatiye rûxandin. Hêzên me piştre pêşketina xwe dewam kirin û Mehateya Kehrebe ya başûrê bajarok bi dest xistin. Li vir 7 endamê çeteyan hatin kuştin. Hêzên me tevî 2 termê çeteyan dest danîn li ser 1 BKC, 800 fîşekên BKC, 2 kleş, 1 bêtel û 7 guleyên roketavêja B7."
Navendê destnîşan kir, ku hêzên YPG/YPJ'ê derbên giran li çeteyan xistin e û herî dawî ev agahî da: "Hêzên me danê nîvro de bajarokê Sirînê bi temamî paqijkirin û gihandin azadiye xwe. Xebatên legerîne yên li bajarok û gundên derdora wê berdewam dikin.
Di xebatên legerîne yên li gundekî kelêka Girê Izea yaê li rojavayê bajarokê Sirîn û şeva derbasbûyî ji aliyê hêzên me ve hatibû rizgarkirin de hêzên me dest danîn li ser 1 BKC, 200 fîşek û qutîkî fîşeka BKC, 1 roketavêja B7 û 5 guleyên roketavêja B7."