HDP’ê li hember êrîşên bombeyî banga hişyariyê li gel kir
Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Wanê M. Veysî Dîlekçî, di daxuyaniya piştî li Wanê plana êrîşa li hember HDP’ê deşîfre bû da, banga hişyariyê li gel kir
Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Wanê M. Veysî Dîlekçî, di daxuyaniya piştî li Wanê plana êrîşa li hember HDP’ê deşîfre bû da, banga hişyariyê li gel kir
Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Wanê M. Veysî Dîlekçî, di daxuyaniya piştî li Wanê plana êrîşa li hember HDP’ê deşîfre bû da, banga hişyariyê li gel kir.
Li Wanê piştî di hevdîtineke li cafeyê de plana êrîşa li hember HDP’ê deşîfre bû, li Avahiya HDP’a Wanê civîneke çapemeniyê hat lidarxistin. Di civînê de Hevserokê HDP’a Wanê M. Veysî Dîlekçî û rêveberên bajêr jî amade bûn.
Dîlekçî yê di civîna çapemeniyê de axivî got: “Êrîşên bombeyî yên beriya hilbijartinan destpê kirin, piştî hilbijartinan jî didomin… Herî dawî di hevdîtineke li cafeya înternetê de plana êrîşeke li hember HDP’ê derket holê. Li ser vê mijarê me lêkolîn kir. Me derxist holê ku kesê hevdîtin pêk aniye li erebeyeke spî ya DACİA ya bi plaka 24, siwar bûye û dûr ketiye. Lê agahiyê nasnameya vî kesî bi me re nîne. Agahiyên nasnameya kesê hevdîtin pêre hatiye kirin, bi me re hene. Di destê me de dîmenên kameraya ewlekariyê hene. Me agahiyên di destê xwe de dan midûriyeta polîsan. Em ê sibe gilî bikin.”
Dîlekçî banga hişyariyê li gel kir û wiha axivî: “Gelê me der barê kesên ji wan dikevin gumanan bila agahiyê bidin rayedarên emniyetê. Divê rêxistinên me yên navçeyan jî heman hişyariyê nîşan bidin. Dema ew bê kirin ev kes bêyî bigihêjin armanca xwe wê tedbîrên pêwîst bên girtin. Li ber avahiya partiya me tedbîrên pêwîst hatin girtin, divê li giştî Wanê jî ew tedbîr bên girtin.”