Li Geverê pevçûn didomin

Li Geverê pevçûnên ku piştî merasîma cenazeyê ya Seyîthan Dede'yê ku ji aliye polîsan ve li Nisêbînê hatibû qetil kirin destpê kirin, her ku diçe berfireh dibin.

Li Geverê pevçûnên ku piştî merasîma cenazeyê ya Seyîthan Dede'yê ku ji aliye polîsan ve li Nisêbînê hatibû qetil kirin destpê kirin, her ku diçe berfireh dibin. Li navçeyê polîs bi bombên gazê û guleyên plastîk êrîş dikin û ciwan jî hewl didin ku gel biparêzin.

Îro li navçeya Gever a Colemêrgê bi deh hezaran kes cenazeyê Seyîthan Dede ku di 26'ê Tîrmehê de li Nisêbînê bi guleya polîsan hatibû qetil kirin spartibû axê û piştî merasîmê li navçeyê pevçûn dest pê kiribûn. Piştî merasîmê polîs li gel wesayitên zirxî êrîşê ciwanên li ser Caddeya Cengîz Topel kiribûn û pevçûnên ku dest pê kirin li navenda navçeyê û taxên Orman, Yenî, Gungor, Yeşîldere û Esentepe belav bûn.

'CIWAN GEL DIPARÊZIN'

Ji ber bombeyên gazê gel neçar ma ku bikeve malan û ciwan jî di nav sikakan de bendan ava kirine û hewl didin gel ji êrîşên polîsan biparêze. Ciwan, bi kevir û Molotof kokteylan bersiva êrîşan dide û pevçûn bi taybet di navenda navçeyê de her ku diçe tundtir dibe, polîs jî bi wesayitên zirxî yên bi navê "Kîrpî", erîşê ciwanan dike.

Li ser Caddeya Cengîz Topel polîsên ku bi dehan wesayîten zirxî xwe bi cî kirine, malan hedef digirin û bombeyên gazê diavêjin nav malan.

'BOMBEYÊN GAZÊ DAVÊJIN NAV MALAN'

Bombeyên gazê ku şibakên gelek malan şikandine û ketine hundirê malan û kesên di mal de ne ji ber gaza zede ji ser hişê xwe ve diçin. Jina bi navê Şehnaz Baskin ku bombê gazê li mala wê ketiye berteka xwe wiha nişan de: " Em li metbexê li gel zarokên xwe bûn. Bi carekê re şibake şikiya û bombe ket nav malê. Me zarokan bi zorî xilas kir. Ev çi bombe ne. Bila xwedê qebûl neke."

Li navenda navçeyê pevçûna di navbera polîs û ciwanan berdewam dike.