Li Kerboran û Midyadê binçavkirin
Di serdegirtinên malan ên li navçeyên Midyad û Kerboranê de 5 kes hatin binçavkirin. 3 kesên ku li Midyadê hatibûn biçavkirin piştî îfadeyê serbest hatin berdan.

Li gundê Deywan ê navçeya Kerboran a Mêrdînê Şukru Çetîn û li navenda Kerboranê jî Şukru Îlhan, di encama serdegirtina malan de hatin binçavkirin. Li navçeya Midyadê jî polîsên taybet di saetên sibê de girtin ser gelek malan. Polîsan derî û camên malan şikandin û ferdên malbatan jî derb kir. Di serdegirtina malan de rêveberê Meya-Der a Midyadê Îdrîs Demîr, endamê Dem-Genç Îlyas Akalin û Îdrîs Çura bi hinceta “ endamê rêxistinê ye” û bi îdîaya wê çalakiyan li dar bixin hatin binçavkirin. Kesên li Midyadê hatibûn binçavkirin piştî îfadeyê serbest hatin berdan.