Civata Rojnamevanên Azad rêveberiya xwe ya nû hilbijart
Civata Rojnamevanên Azad kongreya xwe ya duyemîn a asayî lidar xist û rêveberiya xwe ya nû hilbijart.
Civata Rojnamevanên Azad kongreya xwe ya duyemîn a asayî lidar xist û rêveberiya xwe ya nû hilbijart.
Kongre di 26'ê Tîrmehê de pêk hat. Di kongreyê de xebatên dema bihurî hatin nirxandin û rêveberiya nû hat hilbijartin.
Endamên desteya rêveberiya nû ya di kongreyê de hat hilbijartin bi vî rengî ye:
Serokê Desteya Rêveberiyê: Hakî Boltan
Alîara Serokê Desteya Rêveberiyê. Nevîn Erdemîr
Sekreterê Giştî: Metîn Dag
Hesabgirê Giştî: Mehmet Alî Ertaş
Endamên Desteya Rêveberiyê: Kubra Soylemez, Aydin Yildiz û Cahîde Harpûtlû
Serokê Desteya Dîsîplînê: Sabahattîn Sumelî