Encamnameya civîna Hevserokên Yekîtiya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk aşkera bû. Di encamnameyê de hat ragihandin ku AKP'ê li hemberî gel şer îlan kiriye û hat destnîşankirin ku divê têkoşîn û piştevanî were xurtkirin.
Di encamnameya civîna 26'ê Tîrmehê ya li Amedê de hat ragihandin ku AKP a bi tena serê xwe desthilatdarî winda kir, bi awayekî ne rewa, bi desteyeke wezîran a bê erk Tirkiyeyê ber bi kaosê ve dibe û biryara şer girtiye û hat destnîşankirin ku AKP dixwaze bi konsepta şer re têkeve hilbijartinên pêşwext û careke din bi tena serê xwe bi desthilatdar, sîstema serokatiyê bixe meriyetê.
'AKP'Ê LI HEMBERÎ GELAN ŞERÊ TOPYEKÛN RAGIHANDIYE'
Di encamnameyê de hat gotin, "Tecrîda girankirî ya 4 meh li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye, paketa ewlekariyê ya beriya hilbijartinê xistin meriyetê, komkujî û provokasyonên beriya hilbijartinê, herî dawî jî komkujiya li Pirsûsê û operasyonên leşkerî nîşan didin ku AKP'ê pêvajoya muzakereyê pûç kiriye û li hemberî gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê şerê topyekûn îlan kiriye. Ev pêvajoya ku AKP dixwaze bimeşîne, pratîkeke darbeyê ye, ev zîhniyeta darbeyê çapemeniya mûxalîf bêdeng kiriye, her şêwe nerazîbûnên demokratîk qedexe kiriye û bi şîdetê bi ser nerazîbûnan ve çûye. Her wiha di çarçoveya vê konsepta şer de êrîşî saziyên gelê Kurd kiriye. Herî dawî şandina mufetîşan bi ser hemû Şaredariyên DBP'yî, rasthatinek nîne."
Di encamnameyê de hat destnîşankirin ku li dijî vê rewşa şîdetê ya tê xwestin bê derxistin, bi biryardarî wê têkoşîna aştiyê û bi bloka şoreşger sosyalîstên Tirkiyeyî re wê her şêwe piştevanî were mezinkirin.
'PÊVAJOYA ÇALAKIYÊN DEMOKRATÎK DESTPÊ KIR'
Di encamnameyê de hat ragihandin ku divê rêveberiyên herêmî xizmetê derxînin asta herî bilind û hat gotin, "Weke encamê; li dijî konsepta şer a AKP'ê li hemberî gelê Kurd û dostên gelê Kurd daye destpêkirin, di serî de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan, ji bo pêkhatina yekîtiya neteweyî ya Kurdan, xurtkirina bloka demokrasiyê ya Tirkiyeyê û pêşvebirina piştevaniya dînamîkên civakî yên li Kurdistanê, pêvajoya çalakiyên demokratîk hatiye destpêkirin."