Li navçeya Şirnex Cizîrê, ji ber zextên polîsan ên li taxan, alozî zêde bû. Piştî ku polîsan duh bi şev saet di 22:00 de bi dehan maşînên bi tîpa kobra û akrep polîs li taxên Nûr, Nisêbîn û Hezexê bicih kirin, li kolanan xendekan hatin kolandin. Tevî ku ti çalakî tinebû jî polîsan bombeyên gazê li derdorê reşandin. Polîsan bi dehan maşînên zirxî xwestin ji kolanên navberê xwe berdin nava taxê.
ZAROKEK BI GIRANÎ BIRÎNDAR BÛ
Şêniyên taxê, ji ber gumana ewlekariyê heta nîvê şevê li kolanan man. Ji ber êrîşa polîsan, gel bi qîrîna dirûşmeyên 'Zext nikarin bi me' li ber xwe da. Polîsan bi maşînên zirxî yê kar avêtin ser taxê û xwestin xendekan dagirin. Li ser vê yekê girseya gel bi kevir û fîşekên hewayî bersiv dan destwerdana polîsan.
Di bûyerên li vê qadê de zarokê bi navê M.E.O. ê 17 salî bi fîşeka rastî birîndar bû. Piştî mudaxleya destpêkê ya li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê, sewqî Amedê hat kirin.
ÊRÎŞA BI ROKETÊ!
Hat ragihandin ku di ser taxa Yafese re li hemberî maşîneke zirxî ya akrep bi roketê êrîş hatiye kirin, maşînê xisar dîtiye, lê tiştek bi kesî nehatiye. Piştî êrîşa bi roketê, ji maşînên zirxî yên li Taxa Nûrê sekinîbûn, gule li derdorê hat reşandin. Gelek mal û dikan bûn hedefa guleyên polîsan. Saet di 03:30'an de piştî ku polîsan tax terikandin, bûyer bi dawî bû.
POLÎSAN BI FÎŞEKÊN RASTÎ ÊRÎŞ KIRIN
Ciwanên xwestin bombeberan û operasyonên qirkirina siyasî protesto bikin, li taxên Aştî û Azadî çalakî lidar xistin. Ciwanên rê li trafîkê girtin, ji êrîşa polîsan a bi maşînên zirxî rast hatin. Ji ber êrîşa polîsan pevçûn derket. Polîsan bi bombeyên gazê, ava şid û fîşekên rastî êrîşî ciwanan kirin. Ciwanan jî bi fîşekên hewayî, molotof kokteyl û bombeyên deng bersiv dan.
Ji ber vê êrîşa polîsan, gel daket kolanan û nerazîbûn nîşanî polîsan da. Li gelek taxên bajêr heta derengiya şevê çalakî dewam kirin. Ji ber xeteriya serdegirtina polîsan, gel heta ber destê sibehê li tax û kolanan nobed girt.