Nasnameya 4 şervanan hate aşkerakirin

Navenda Çapemeniya YPG’ê nasnameya 4 şervanên YPG’ê yên di berxwedanê başûrê Kobanê de jiyana xwe ji dest dane aşkera kir.

Navenda Çapemeniya YPG’ê nasnameya 4 şervanên YPG’ê yên di berxwedanê başûrê Kobanê de jiyana xwe ji dest dane aşkera kir.

Navenda Çapemeniya YPG’ê nasnameya 4 şervanên di berxwedana bajaroka Sirîn de jiyana xwe ji dest dane û şervanekî ku di berxwedana gundên Kobanê de jiyana xwe ji dest da bi daxuyaniyekê aşkera kir.

Daxuyaniya YPG’ê ya têkildarî mijarê wiha ye: 

“Berxwedana dîrokî ya ji mirovahiyê li dijî komên çete bê navber dewam dike. Hemû êrîşên komên çete yên li dijî Rojava ku bi armanca têkbirina îradeya gelê Rojava tên kirin, bi berxwedana hêzên YPG/YPJ’ê vala derdixin. Berxwedana bi rûmet a hêzên me îsbat kiriye ku ti hêz nikarin herêmên yên xwe bi biratiya gelan bi rê ve dibin dagir bikin.

Şehîdên me çavên me yên fikra berxwedanê ronî dikin. Li ser esasê bîranîna wan em operasyonên xwe yên li kantona Kobanê didomînin û em hemleyên xwe nû dikin, heta em hemû gundên xwe rizgar bikin.  Em ê tolal şehîdên xwe hilînin û em serketinên mezin bi dest bixin, em ê derbeyên giran li çeteyan bidin û dersê bidin wan da ku ti komên wan nefikirin xaka me dagir bikin.

Em wekî YPG’ê di kesayeta 4 hevalên xwe yên şehîd de hemû şehîdên xwe bibîr tînin û em bejna xwe li ber wan ditewînin. Em soz didin em ê heta dawiyê şopdarên rêya wan bin.

Nasnameya şervanan wiha ye:

 

Nav û paşnav: Berxwedan Korkmaz

Nasnav: Zana Şoreş

Navê dayikê: Fatma

Navê bav: Silêman

Cihê jidayikbûnê: Xerzan Bitlis

Cih û dîroka şehîdbûnê: 24-7-2015/Bajaroka Sirîn

 

Nav û paşnav: Ehmed Hesen

Nasnav: Cûdî Kobanê

Navê dayikê: Eyşê

Navê bav: Mehmûd

Cihê jidayikbûnê: Kobanê

Cih û dîroka şehîdbûnê: 7-7-2015/gundê Şekîf ê Kobanê

 

Nav û paşnav: Îbrahîm Bozan

Nasnav: Çiya Kobanê

Navê dayikê: Cemîle

Navê bav: Mihemed

Cih û dîroka jidayikbûnê: Kobanê

Cih û dîroka şehîdbûnê: 22-7-2015/Bajaroka Sirîn

 

Nav û paşnav: Xelîl Elo

Nasnav: Bengîn Kobanê

Navê dayikê: Xanim

Navê bav: Salih

Cihê jidayikbûnê: Cerablus/Ebox

Cih û dîroka şehîdbûnê: 22-7-2015/Bajaroka Sirîn